Sophie Michaud Gigon, Parlamentera Federal a ji Partiya Keskan a Kantona Lozanê jî ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bû. Her wiha, Wezîrê Perwerdeyê yê Kantona Lozanê Frédéric Borloz, Şaredarê Lozanê Grégoire Junod, Şaredarê Renen Jean François Clemet, endama meclîsa Şaredariya Renen Patricia Zurcher Maguinaz, endamê meclîsa Şaredariya Renen Didier Divorne û endamê meclîsa Şaredariya Lozanê David Payot peyamên piştgiriyê şandin.
Pîrozbahiya 8´ê Adarê li Lozanê: Êvareke Watedar ji Jinên Komkar
Baran Dicle
Li Swîsrê li bajarêLozanê, çalakiya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî ku ji hêla jinên Komkar ve hatî organîzekirin, bi muzîk, axaftin û peyamên hevgirtinê hate pîrozkirin. Siyasetmedarên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê.
Di 7ê Adara 2026an de, jinên Komkar, ku li Swîsreyê kar dikin li bajarê Lozanê, çalakiyek ji bo Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li dar xistin. Çalakî, ku saet 6:00ê êvarê li hola Maison de St Jean Cour hate lidarxistin, gelek mêvan beşdar bûn. Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna jinên ku li cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê şehîd bûne û jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re jî sirûda neteweyî Ey Raqip, hate xwendin.
Li ser navê Komkar´ê Xanim Güneri Çadır mazûvaniya êvarê kir û Hevî Xanim jî li ser navê jinên Komkar axivî û bal kişand ser girîngiya 8ê Adarê û hem ji bo jinên karker ên li çar aliyê cîhanê û hem jî ji bo jinên karker ên li Kurdistanê. Hevî, bi balkişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û mafên kedê û tekezî li girîngiya xurtkirina hevgirtina jinan kir.
Bernameya muzîkê ya êvarê bi performansa Koma Hevi dest pê kir, ku bi stranên gelêrî yên Kurdî û govendên kevneşopî yên Kurdî beşdarvanan kêfxweş kir. Piştî wan, hunermend Abidin Biter derket ser dikê û jinan demek dirêj li ber awaz û starnên wî, goven girtin û şahiyê geş kirin.
Sophie Michaud Gigon, Parlamentera Federal a ji Partiya Keskan a Kantona Lozanê jî ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bû. Her wiha, Wezîrê Perwerdeyê yê Kantona Lozanê Frédéric Borloz, Şaredarê Lozanê Grégoire Junod, Şaredarê Renen Jean François Clemet, endama meclîsa Şaredariya Renen Patricia Zurcher Maguinaz, endamê meclîsa Şaredariya Renen Didier Divorne û endamê meclîsa Şaredariya Lozanê David Payot peyamên piştgiriyê şandin.
Di çarçoveya bernameyê de, çalakvana jinên Kurd a Rojhilat Naske Halima jî axaftinek kir û tekezî li girîngiya herêmî û navneteweyî ya têkoşîna jinan kir. Îsal beşdarî li Çalakiyê gelek bû. Şahiya 8´ê Adarê heta derengê şevê bi muzîk û govend û stranên gelêrî berdewam kir. Jinên Komkar´ê tekez kirin ku 8´ê Adarê dê wekî sembolek girîng a têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û hevgirtinê bimîne.