Platforma Nûnerên Saziyên Kurdên li Beremenê, Parlamena Eyaleta Bremenê Ziyaret Kirin.

Di roja 28’ê Çileya 2026’an de li Parlamentoya Eyaleta Bremenê civînek taybet bi rojeva Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Platforma Kurdên Bremenê û nûnerên rêxistinên demokratîk ên Kurd ku li Bremenê çalak in, Parlamentoya Eyaleta Bremenê ziyaret kirin

Platforma Nûnerên Saziyên Kurdên li Beremenê, Parlamena Eyaleta Bremenê Ziyaret Kirin.

Di roja 28’ê Çileya 2026’an de li Parlamentoya Eyaleta Bremenê civînek taybet bi rojeva Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Platforma Kurdên Bremenê û nûnerên rêxistinên demokratîk ên Kurd ku li Bremenê çalak in, Parlamentoya Eyaleta Bremenê ziyaret kirin.

Di civînê de, pêşî endamên parlamentoya eyaletê li ser pêşketinên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ramanên xwe parve kirin. Piştre, nûnerên Kurd ên ku di heyetê de cih girtibûn, rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê û her weha pêşketinên dawî yên li wir, bi taybetî jî dorpêçkirina li ser Kobanê bi awayekî berfireh anîn rojevê. Wan li ser ku divê dorpêçkirin bi lez û bilez were rakirin û divê destpêkên acîl werin girtin, girîngî dan. Heyet dosyeya ku wan amade kiribû, radestî berpirsên parlamentoyê û endamên parlamentoyê kir. Her weha daxwaz kirin ku encamên vê civînê di Meclîsa Federal de jî werin rojevê.

Di civînê de Endamê Parlamentoya Eyaletê ya CDU’yê Hetav Tek, Endama Parlamentoya Eyaletê ya Keskan (Yeşiller) Şahanım Görgü, ji Partiya Die Linke’yê endamên parlamentoya Kurd Cindi Tuncel û Muhlis Kocaağa, û her weha Endamê Parlamentoya Eyaletê ya SPD’yê Recai Aytaş û M. Ali Seyrek beşdar bûn.

Di heman rojê de di saetên êvarê de, bi rêberiya Platforma Kurdên Bremenê û rêxistinên demokratîk, li Bremenê meşeke piştgirî û hevalbendî bi Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Endamê Parlamentoya Eyaletê ya CDU’yê Hetav Tek jî beşdarî meşê bû û axaftinek kir.

Di heyeta Platforma Kurdên Bremenê de her weha endamê MYK ya KOMKAR û Serokê KOMKAR’a Bremenê Nusret Etdöğer jî cih girt.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin