Li se kuştina Jîna Amînî sê sal derbas bû. Keça kurd Jîna di 23 salî ya xwe de, ji aliyê polîsên qaşo” exlaqî” yên li Îranê ve, li Tehranê hate kuştin.
Porê Delala Min Reş e!
Li se kuştina Jîna Amînî sê sal derbas bû. Keça kurd Jîna di 23 salî ya xwe de, ji aliyê polîsên qaşo” exlaqî” yên li Îranê ve, li Tehranê hate kuştin.
Mirina Jîna yê li Kurdistanê bû sebeba protestoyên girseyî li Kurdistana Rojhilat û seran serê Îranê. Her weha li diyasporayê jî xwepêşandinin mezin çê bûn. Gelek welatan siyasetmedarên Ewrûpî û Amerîkanî beşdarî li xwepêşandanan bûn û li hember kiryarên ne mirovane ya rejîma xwînrij a Îranê, nerazîbûna xwe nîşan dan û kuştina Jîna´yê şermezar kirin.
Şehîdbûna Jîna yê, bû dirûşmek bo vejîna jinan li hemû Cîhanê, ango Jin- Jîyan- Azadî bû dirûşmek Cîhanî. Li jêr dirûşma, Jin- Jîyan- Azadî yê, rejîma Îranê li hemû cîhanê hate şermezarkirin.
Şehîdbûna Jîna Amînî, bû tevgêrek Cîhanî li dijî rejîma Îslamî ya Îranê û bû sebeba vejînek girîng ya Jinê Kurd û gelek jinan li Cîhanê, ku daxwaza Azadî û mafê jiyanê bilind kirinê.
Jîna Amînî jî wek Leyla Qasim û Margerêta û gelek jinên qehreman yên bê nav, bû sembola berxwedana Jinên Kurd.
Em, Yekitiya Jinên Kurdistanê KOMJIN, di salvegera şehîdbûna Jîna Amînî de wê û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin. Em carek din jî rejîma îranê şermezar dikin.
JIN-JIYAN AZADÎ
16.09.2025
