Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Qetliyama Şengalê nayê ji bîrkirin

Rêxistinaterorîstya DAÎŞ`ê di meha Tebaxê da erîş bir ser bajarê Musilê, bi alîkariya eşîrên sunnîyên Ereb û kevne Beasî`yan Musilê girtin bin kontrola xwe. Leşkerên ser bi rejîma Bexda`yê bê ku tu berxwedan nîşan bidin, ji Musilê derketin.

DAÎŞ ́ê çekên giran yên leşkerên Iraqê, li Musilê bi destê xwe xistibû. Piştî ku Musilê girt jêr kontrola xwe. Di roja 3 tebax 2014 ́an da, ji nişkeva berêxwe dan Şengalê û niştecîhyên Kurdên Ezîdî. Di erîşa Şengalê da bi hezaran Kurdên Ezîdî hatin qetilkirin. Li gelek cîhan jin, zarok, kal û pîr bi komîhatekuştin, gelekan bi saxî avêtine nav gola avê û dûra jî gulebarnkirn. Bi deh hezaran jin û keçên Ezîdî dîl girtin, gelek ji wan jin û keçan wek koleyê seksê bikartînin, li bazarê bajarên Ereb hatin firotin.

Bi sadhezaran Kurdên Ezîdî cîh û warên xwe bi cîh hêla û bi çiya, bi çol û beyarên Şengalê ketin. Bi rojan tîh û birçî man, gel zarok û kal û pîr nexweş ketin û di rêyan da mirin.

Îronêzî 500 hezar Kurdên Ezîdî li welatê xwe, li derdora bajarên wek Duhok, Zaxo û Hewlêrê bûnepenaber. Qismek jî berê xwe dan welatên Ewrûpayê û li wir wek penaber jiyana xwe didomînin.

DAÎŞ ́ê ne tenê erîşê Şengalê kir. Her usa 1100 kîlometre sînorên Kurdisana Başûr dane ber erîşan. Benda ava Musilê girtinbin kontrola xwe. Erîşê bajarokê Maxmurê kirin, usa ku nêzî bajarê Hewlêrê bûbûn.

Di destpêkê da Pêşmerge li hember çekên giran yên DAÎŞ ́ê û bi her ewayî li hember şerekî bi vî rengî ne amade bûn. Ew jî bû sebeba gelek xesaretan.

Pêkhateyên DAÎŞ ́ê ji çarme dorên welatên Îslam, ji kesên beradayî, kirîmînel û ji kesên hestên mirovî bê parin. Bi kiryarên xwe yên ne mirovî, tirs û xof di nav xelkê da belevkir.

Lê belê pêşmergeyên Hereme Kurdistanê, hêza xwe zû dan ser hev û bi alîkariya hêzên hevpeyman, erîş birin ser DAÎŞ ́ê, Şengal jî tê da gund, dever û bajarokên ku di destê DAÎŞ ́ê da bû, yek bi yek rizgarkirin.

Mixabin piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, rejîma xwînrija Îranê, bi alîkariya hindek xwefiroşên Kurd, DAÎŞ a Nû ku binavê HEŞTÎ ŞEAB kerkûk û ew deverên ku dikve nav sînorê maddeya 140 ya Zagona Iraqê, ji nû va kete jêr kontrolla Iraq û HEŞTÎ ŞAEB da.

Birînên Kurdê Ezîdiyên Şengalê gelek kûr e. Gelek keçên me hîn jî di destê wan da ye.

DAÎŞ ́ li welatên Asiya û Rojhilata Navîn bûye xeterek mezin. Lê her usa bi kirayarên xwe yên terorîstî, welatên Ewrûpayê jî tehdît dike.

Mixabin ku îro yek ji wan hêza herî esas ku li dijî DAÎŞ ́ê şer kir, Pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Ji bo ku Kurdên Ezîdî vegerin ser axa xwe, birînên wan bêpêçandin, divê NY û YE û her usa hemû rêxistinên mirovdost. Bi herawayîalîkarî û piştgiriya Hukumeta Herema

Kurdistanê bike ku Hukukmeta Kurdistnê jî bi siyaset û prjeyek bi rêk û pêk û bi hestiyariyek mezin Ezîdiyanbiparêze, ewlekariyekc iddî li deverê bi cîh bike, cîh û warên wan ava bike, pêdawîstiyên wan bi cîh bîne û birînênwan bipêçe.

.

03.08.2018

KOMKAR.eu

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin