RAGIHANDINA ENCAMA CIVÎNA ASAYÎ YA LIJNEYA RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA KOMKAR

Lijneya Rêveberiya Giştî ya KOMKARê li Almanyayê (LRG), di civîna xwe ya asayî de ku di 12ê Îlona 2026an de li Mannheimê pêk anî, pêşveçûnên siyasî yên li Almanya, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh nirxand û li hember pirsgirêk û pêşveçûnên rojane yên ku gelê Kurd rû bi rû dimîne, nêrîn û helwestên xwe diyar kir.

RAGIHANDINA ENCAMA CIVÎNA ASAYÎ YA LIJNEYA RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA KOMKAR

 

Lijneya Rêveberiya Giştî ya KOMKARê li Almanyayê (LRG), di civîna xwe ya asayî de ku di 12ê Îlona 2026an de li Mannheimê pêk anî, pêşveçûnên siyasî yên li Almanya, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh nirxand û li hember pirsgirêk û pêşveçûnên rojane yên ku gelê Kurd rû bi rû dimîne, nêrîn û helwestên xwe diyar kir.

Di civînê de, ji bilî aktîfkirina yekîneyên heyî yên KOMKARê, girîngiya zêdekirina xebatên ciwanan, jinan û dîplomasiyê jî hate xuyakirin. Hate destnîşankirin ku divê xebatên di van qadên de hem ji aliyê rêxistinî hem jî ji aliyê siyasî ve bêne xurtkirin.

Li dijî bilindbûna nijadperestiyê li Almanyayê têkoşîna hevpar

Di hilbijartinên eyaleta Saksonya-Anhaltê de, bilindbûna AfDê, ku bi siyaseta xwe ya dijî biyaniyan û koçberan derdikeve pêş û bûye partiya yekem, ji bo asta ku nijadperestî û rastgirên ekstrem li Almanyayê gihiştiye, em wekî hişyariyek cidî dinirxînin.

Em bawer dikin ku li dijî siyaseta nijadperest û rastgirên ekstrem, ku nirxên demokratîk, koçber û pirrengiya civakî dike hedef, divê têkoşîna hevpar a rêxistinên demokratîk, antîfaşîst û koçberan bê xurtkirin.

Başûrê Kurdistanê û yekîtiya Pêşmergeyan

Em, wekî KOMKAR LRG, yekbûna hêzên Pêşmergeyan di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de, wekî yek hêz û yek artêş, bi kêfxweşî û dilşadiyek mezin pêşwazî dikin.

Em yekbûna Pêşmergeyan di bin banekî tenê de, ji bo ewlehiya Kurdistanê û xurtkirina damezrandina saziyên neteweyî, wekî destkeftiyek girîng dinirxînin û hêvîdar in ku ev yekîtî her ku diçe bihêztir bibe.

Li aliyekî din, tevî ku ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê demek dirêj derbas bûye, hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye damezrandin. Em vê rewşê bi xemgîniyek mezin dişopînin. Divê bi rêzgirtina îradeya demokratîk a gelê Kurdistanê, hikûmet di demeke herî nêz de bê damezrandin û îstîqrara siyasî bê misogerkirin.

Divê destkeftiyên Rojava bêne parastin

Parastina destkeftiyên ku gelê Kurd li Rojava bi dayîna berdêlên mezin bi dest xistiye, girîngiyeke mezin heye. Di mijara entegrasyona rêveberiya xweser û avahiya leşkerî di rêveberiya Şamê de, divê ji nêzîkatiyên ku îradeya siyasî û destkeftiyên gelê Kurd lawaz dikin were dûrketin.

KOMKAR LRG hêzên siyasî yên Kurd li Rojava bang dike ku berjewendiyên partî derbas bikin û helwesteke hevpar pêş bixin; ji bo nasîna nasnameya gelê Kurd di Destûra Bingehîn a Sûriyê de, û ji bo ku Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî yê duyem bê garantîkirin, têkoşîna hevpar bidin meşandin.

Yekîtiya neteweyî û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê

Em xebatên yekîtiyê yên ku partiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di navbera xwe de ava kirine, wekî gaveke girîng û erênî dinirxînin.

Em êrîşên dewleta Îranê yên li dijî partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin û tekez dikin ku divê rêxistinên Kurd ên li dîasporayê ji têkoşîna neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê re piştgiriya xwe bi awayekî cidîtir, bi bandortir û bihêztir bidin.

Aşitî û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê

Em pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe, ji bo dawîanîna pevçûnan û vekirina rêya siyaseta demokratîk, wekî pêşveçûneke erênî dinirxînin. Lê belê, aştiya mayînde tenê bi rawestandina çekan pêk nayê; ew tenê dema gengaz e ku mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd bêne garantîkirin.

Divê pirsgirêka Kurd ne bi siyaseta ewlehiyê, lê li ser bingeha hiqûqa demokratîk, azadiyên siyasî, wekhevî û naskirina îradeya siyasî ya gelê Kurd bê çareserkirin.

Mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd neguhêzbar in

Em yên ku mafê netewî yê giştî ya gelê kurd pêvîstiyek nabînin, dest jê kişandina ji mafê rewa yê gelê kurd qebûl nakin û red dikin. Divê gelê kurd, bi nasnameya xwe, bi kultur û îradeya xwe ya siyasî, xwedî jiyaneke azad û demokratîk be. Ev mafek bingehîn û xwezayî ya gelê Kurd e.

Di encamê de

KOMKAR LRG mafên neteweyî, demokratîk û çandî yên gelê Kurd ku bêne garantîkirin, parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê û pêşxistina helwesteke hevpar, neteweyî û demokratîk di nav hêzên siyasî yên Kurd de, wekî berpirsiyariyeke bingehîn a siyasî dinirxîne.

KOMKAR dê piştgiriya têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî, wekhevî, demokrasî û mafên neteweyî bidomîne û di vê rêyê de xebatên xwe bi biryardarî berdewam bike.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin