Serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ahmed el-Şara ku di 19ê Çileya 2026an de serdana Berlînê bikira, dema ku ev serdan di çapemeniyê de hate ragihandin, rêxistinên Kurdan, Aleviyan û Dûrzî yên li Almanyayê ji bo betalkirina vê serdanê gelek hewl dan.
Rêxistinên Kurdan, Aleviyan, Dûrzî û hevalên wan ziyareta Ahmed el-Şara ya Berlînê asteng kirin.
Serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ahmed el-Şara ku di 19ê Çileya 2026an de serdana Berlînê bikira, dema ku ev serdan di çapemeniyê de hate ragihandin, rêxistinên
Kurdan, Aleviyan û Dûrzî yên li Almanyayê ji bo betalkirina vê serdanê gelek hewl dan.
Name ji Serokwezîrê Alman Friedrich Merz û partiyên siyasî re hatin şandin, bi kesane re pêwendî hatin girtin û daxwaza betalkirina serdanê hate kirin.
Bi xebatên hatine kirin hate destnîşankirin ku hikumeta demkî ya heyî zihniyeta El-Qaîde û DAIŞê hildigire. Wan behsa wê yekê kirin ku di salekê de di bin desthilatdariya Şara de qetlîam li dijî Dûrzî û Aleviyan hatine kirin, û herî dawî jî li taxa Eşrefiye û Şêx Meqsûd a Helebê êrîş li ser Kurdan hatine kirin û qetlîam li dijî Kurdan pêk hatine.
Piştî xebatên dîplomatîk û lobiyê yên giran, serdan çend saetan berê hate betalkirin. Her çiqas serdan hate betalkirin jî, di 19ê Çileya 2026an de li Berlînê (bi taybetî li ber Deriyê Brandenburgê) mîtîngên protestoyî yên girseyî hatin lidarxistin; saziyên Kurdan, Aleviyan û Dûrzî Ahmed el-Şara û helwesta hikumeta Alman şermezar kirin.
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR ji bo betalkirina vê serdanê nameyek ji Serokwezîrê Alman Friedrich Merz û rêberên partiyên siyasî re nivîsand, lobiyeke xurt ji bo betalkirina serdanê meşand û bi awayekî çalak û girseyî beşdarî mîtînga li Berlînê di 19ê Çileya 2026an de bû.