Rêzdar Serokê Hikûmeta Komara Federal a Almanyayê

Birêz Friedrich Merz Serokwezîr

Di van demên dawî de, di çarçoveya hikûmeta koalîsyonê ya CDU-SPD’ê de, nîqaşên berfireh ên ku ji aliyê partiyên siyasî û çapemeniyê ve li ser qanûna nû ya koçberiyê têne kirin, em jî bi baldarî dişopînin. Her çend pêşbînîkirina encama van nîqaşan hîn ne diyare jî, lê em hêvî dikin ku encama biryar û qanuna nû nebe sedema çêbûna tu astengî û mexdûriyetan ji bo koçberan.

Rêzdar Serokê Hikûmeta Komara Federal a Almanyayê

Birêz Friedrich Merz Serokwezîr

Di van demên dawî de, di çarçoveya hikûmeta koalîsyonê ya CDU-SPD’ê de, nîqaşên berfireh ên ku ji aliyê partiyên siyasî û çapemeniyê ve li ser qanûna nû ya koçberiyê têne kirin, em jî bi baldarî dişopînin. Her çend pêşbînîkirina encama van nîqaşan hîn ne diyare jî, lê em hêvî dikin ku encama biryar û qanuna nû nebe sedema çêbûna tu astengî û mexdûriyetan ji bo koçberan.

Rêzdar Serokwezîr,

Mijareke din a girîng ku di çapemeniyê de cih girtiye û rasterast me zêde eleqedar dike, rewşa nêzîkî 100 hezar Kurdên Êzîdî ku daxwaza wan a penaberiyê li Almanyaya Federal hêj nehatiye qebûl kirin û rewşa wan a vegerandinê jî bi domdarî tê nîqaş kirinê ye.

Wekî tê zanîn, di Tebaxa 2014’an de rêxistina terrorist a DAIŞ’ê li herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê ferman û komkujiyeke mezin li dijî civaka Kurdên Êzidî pêk anî ku bi awayekî fermî wekî jenosîd hatiye nasîn. Bi hezaran mirovên sivîl – zarok, jin û kal – hatin qetilkirin, bi dehhezaran neçar man birevin serê çiyayan û gelek ji wan jî ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Herwiha bi hezaran jin û keç hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin; tevî ku hin ji wan bi saya hewldanên hêzên koalîsyonê, Hikumeta  Herêma Kurdistanê û sazî û kesayetên xwebexş hatin rizgarkirin jî, lê çarenûsa bi hezaran ji wan hê jî ne dîyare. Heta niha jî bi sedhezaran li Kurdistanê di qampan de ne û nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Rêzdar Serokwezîr,

Em bi dilxweşiyeke mezin û bi hurmet pêşwaziya biryara Komara Federal a Almanyayê dikin ku ev komkujî bi awayekî fermî wekî jenosîd nas kiriye. Ev biryar ji bo civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd gelekî bi nirx e û em careke din spasiya xwe ya kûr ji Almanyayê re tînin ziman.

Rêzdar Serokwezîr

Wek Cenabê we jî dizanê, Kurdên Êzîdî ne penaberên asayî ne; ew  ji jenosîdeke mezin rizgar bûne û piştî gelek zor û zahmetiyên mezin xwe li welatê we girtine û daxwaza penaberiyê kirine. Tiştê hatî sere wan ne hindike û heta îro jî di nava trawmayeke mezin re derbas dibin. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin û di wê baweriyê de ne ku wê Almanya weke welatekî pêşketî û demokratîk penaberiya wan – bê tu şert û astengî – qebûl bike û mafê rûniştinê bide wan. Di rewşa muhtemel a vegerandinê de jî, ewlehiya jiyana wan dê di bin metirsiyeke cidî de be, ji ber ku heta niha jî Şingal nehatiye ava kirin, herêma Şengalê hê jî di warê îdarî û ewlehiyê de di nav aloziyê de ye û hêzên çekdar ên nefermî hê jî li wir çalak in.

Rêzdar Serokwezîr,

Em bi hêvî ne ku di pêvajoya biryardana li ser rewşa Kurdên Êzidî de, rewşa wan a xeternak û nêrîn û pêşniyarên me yên li jor bêne berçavgirtin û di vê mijara pir hesas de biryareke adil û mirovane bê stendin.

Bi rêzgirtina herî bilind û bi silavên germ,

KOMKAR -Yekîtiya Komelên Kurdistan li Almanya

6 Kanûna 2025

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin