40 roj berê, me yek ji rêvalên xwe yên hêja, İsmet YILDIZ, winda kiribû. Koça dawî a kek Ismet ji bo malbata wî, rêheval, heval, dost û hemû kesên ku wî nas dikirin, xemek mezin bû. Kek İsmet kesayetek bû ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza Kurd û Kurdistanê, nirxên mirovahiyê û yekîtîya civakê terxan kiribû.
Roja 40’î ya Bîranîna hevrêyê me İsmet YILDIZ li Cloppenburgê/Almanya Hate Lidarxistin.
40 roj berê, me yek ji rêvalên xwe yên hêja, İsmet YILDIZ, winda kiribû. Koça dawî a kek Ismet ji bo malbata wî, rêheval, heval, dost û hemû kesên ku wî nas dikirin, xemek mezin bû. Kek İsmet kesayetek bû ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza Kurd û Kurdistanê, nirxên mirovahiyê û yekîtîya civakê terxan kiribû.
Bi boneya roja 40’î ya koça dawî ya kek Ismet, li Mala Êzidiyan a Cloppenburgê merasimeke bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de gelek dost, heval û hezkiriyên wî amade bûn. Beşdaran bi rêz û hurmet bîranînên xwe yên derbarê jiyan, kesayetî û xebatên kek İsmet de parve kirin. Her wiha, di vê roja dijwar de hemû amadebûyan bi malbata rahmetî re bûn û piştgirî û hevxemiya xwe nîşan dan.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku kek İsmet di tevahiya jiyana xwe de bi dilsoziya xwe, karaktera xwe ya pak û xebatên xwe yên ji bo civakê, rêz û hezkirina gelek kesan bi dest xistibû. Wî di nav civaka xwe de şûna xwe ya taybet hebû û bi helwêsta xwe ya mirovane mîrasek hêja li pey xwe hişt.
Roja 40’î ne tenê bûyerek ji bo bîranîna kesekî ku ji nav me koç kiriye bû, lê her wiha bû fersendek ku dost û heval li hev kom bibin bîranînên xwe nû bikin û careke din girîngiya hevxemî û piştgiriya hevdu bibînin.
Em di vê rojê de bi rêz û hurmet kek İsmet YILDIZ bibîr tînin û careke din serxweşî û sersaxiyê ji malbata rahmetî û hemû hezkiriyên wî re dixwazin.
Ruhê wî şad be, cihê wî biheşt be. Bîranîna wî dê her dem di dil û hişên me de bijî.