Cîhan dikeve saleke nû, lê dema mirov li rewşa cîhanê dinerê, mixabin hîn li gelek welat û cihan şer û pevçûn berdewam in. Ji wan jî ya herî dijwar, Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistan e. Zilm û zordestî hîn li serê gelê me berdewam e, lê em dizanin ku ev êş û zilm rojekê wê bidawî bibe.
Sala Nu Pîroz Be!

Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala aramî û aştîyê ji bo tevahiya cîhanê û bi taybetî ji bo gelê Kurd. Bila sala nû bibe sala azadiyê ji bo gelê Kurdistanê.
Bila sala nû ji bo Rojava Kurdistanê bibe gaveke dîrokî ya ber bi rizgariyê ve. Em bawer in ku rojên xweş û azad nêz in, ku gelê me yê qehreman wê bigihîje mafên xwe yên rewa.
Bi hêviya saleke azad û bextewar ji bo hemû Kurdan û mirovahiyê!
Komkar-Almanya