Şandeya KOMKAR a Swîsreyê li Bernê bi Rayedarên Neteweyên Yekbûyî re Civiya

Di 6´ê Gulana 2026´an de, şandeya KOMKAR a Swîsreyê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Bernê, bi berpirsiyarên entegrasyon û Penaberan re civiyan. Di civînê de niqaş li ser pirsgirêkên penaberên li Swîsreyê dijîn nîqaş hat kirin. Civîn, di saet 10:30ê sibê de dest pê kir û nêzîkî du saetan dom kir, civîn li ser dijayetiya penaberan û bi taybetî li ser zêdebûna dersînorkirinan penaberan ya vê dawiyê û fikarên ku çêkirine sekinî.

Şandeya KOMKAR a Swîsreyê li Bernê bi Rayedarên Neteweyên Yekbûyî re Civiya

Baran Dicle

Di 6´ê Gulana 2026´an de, şandeya KOMKAR a Swîsreyê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Bernê, bi berpirsiyarên entegrasyon û Penaberan re civiyan. Di civînê de niqaş li ser pirsgirêkên penaberên li Swîsreyê dijîn nîqaş hat kirin. Civîn, di saet 10:30ê sibê de dest pê kir û nêzîkî du saetan dom kir, civîn li ser dijayetiya penaberan û bi taybetî li ser zêdebûna dersînorkirinan penaberan ya vê dawiyê û fikarên ku çêkirine sekinî.

Di civînê de Aydoğan Înal, Serokê Federasyona KOMKAR a Swîsreyê, Şihabdi Çadır, Serokê KOMKAR Lausanne, û endamê komeleyê Abdullah Gezer beşdar bûn. Di şandeya Neteweyên Yekbûyî de Xanim Fiona, berpirsiyara Karê Penaberan û Xanim Vanessa Tampieri, berpirsiyara entegrasyonê hebûn.

Di destpêka civînê de, şandeya KOMKAR ala neteweyî ya Kurdistanê pêşkêşî nûnerên Neteweyên Yekbûyî kir.

Di civînê de Aydoğan Înal û Şihabdi Çadır, agahdarî dan ku KOMKAR di sala 1984an de li kantona Lozanê hatiye damezrandin û ji wê demê ve bênavber dixebite. Xebatên wekî karên li ser entegrasyonê û li ser ziman û çandeya Kurdî civîn panelên li dar dixe, beşdarî çalakiyên wekî FestiMix li Swîsreyê dibe û standan datîne. Her wiha wan tekez kir ku cejna neteweyî ya Kurdan, Newroz, cara yekem di sala 2005´an de KOMKAR´ê di meyadek vekirî de pîroz kir û çalakiya Newrozê   bênavber 21 sale dom dike.

Şandeya Komkarê bal kişan ser wê ku du sal berê, KOMKAR ji bo kar û xebatên xwe, xelata “Baştirîn Komeleya Biyanî ya Salê” ji şaredariya Renens wergirtiye û destnîşan kir ku ev cara yekem e ku xelatek wusa ji komeleyek biyanî re tê dayîn.

Şandeya KOMKAR´ê  her wiha fikar û endîşeyên xwe anî ziman ku di demên dawî de serlêdanên penaberiyê yên penaberên Kurd hatine redkirin û biryarên “ji Swisrê derxistinê” zêde bûne, bi taybetî jî bi hinceta “pêvajoya aştiyê”. Hate gotin ku ev rewşê di nav penaberan de, tirsek cidî ya ji  dersînorkirinê  çêkiriye û hat ragihandin ku sê ji kesên ku di du hefteyên dawî de hatine dersînorkirin rasterast li balafirgehan hatine girtin.

Vanessa Tampieri jî diyar kir ku ew li ser pêvajoyên penaberiyê li Swîsreyê lêkolînan dikin û tîmên pispor di vî warî de dixebitin. Tampier, diyar kir ku lêkolîn li ser rewşa giştî ne li ser rewşên takekesî disekinin û got ku ew bi saziyên peywendîdar, bi taybetî SEM re, di têkiliyê de ne.

Heyeta KOMKAR´ê hêvî û daxwaz kir ku raporên ku tên amadekirin li ser rewşa nuha ya nehênî, bandorek xwe yê erênî çê bike. Ev yeka wê moralek baş bide penaberan. KOMKAR´ê rapora ku di vê warî debi zimanê Îngilizî û Almanî  amade kiribû, pêşkeşî pêşkêşî nûnerên NY kir.

Di civînê de li ser çalakiyên çandî jî guftûgo hatin kirin, û heyeta KOMKARê nûnerên Neteweyên Yekbûyî vexwend pîrozbahiyên Newroza sala bê. Heyetê kêfxweşiya xwe ji bo dîtina rayedarên NY di vê çalakiyê de anî ziman.

Di dawiya civînê de, heyeta NY girîngiya domandina têkiliyê bi KOMKAR´ê re tekez kir û diyar kir ku hevkariyên berdewam li ser pirsgirêkên penaberan dê ji bo her du aliyan sûdmend bin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin