Şehîd Ne Ji Bo Partiyan, Ji Bo Azadiya Kurdistanê Canên Xwe Dibexşînin Kovan Amedî

Doh ez beşdarî merasîma bibîranîna şehîdên Kurdistan a Rojhilat bûm, ku di 17ê meha Tîrmehê 2026 ji aliyê rejîma Îranê ve, bi mûşek û dronan êrîşî baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê kiribû. Di encama van êrîşan de 9 Peşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Rojhilat, şehîd bûbûn.

Şehîd Ne Ji Bo Partiyan, Ji Bo Azadiya Kurdistanê Canên Xwe Dibexşînin

Kovan Amedî

Doh ez beşdarî merasîma bibîranîna şehîdên Kurdistan a Rojhilat bûm, ku di 17ê meha Tîrmehê 2026 ji aliyê rejîma Îranê ve, bi mûşek û dronan êrîşî baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêr û Silêmaniyê kiribû. Di encama van êrîşan de 9 Peşmergeyên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Rojhilat, şehîd bûbûn.

Merasîma bi bîranînê ji aliyê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ve haitibû amadekirin.  Di vê merasîmê de tiştê ku mala min kişan ku ne tenê pêşmergeyên şehîd yên Kolmelê her wisa pêşmergeyên şehîd yê Hizba Demokrat û yê PAK´ê jî hatin bibîranîn. Wêneyên wan bi sinevizyonê hate nîşandan. Wek tê zanîn rejîma xwînrij ya Îranê bi berdewam erîşê ser baregahên Partîyên Kuridistan a Rojhilat li Başûrê Kurdistanê dikin. Di erîşên ku li ser baragahên PAK û Hizba Demokrat de jî gelek pûşmerge şehîd bûbûn.

Ev gavek pîroz û girîng e ku bê ferq û cîwaz, partiyên me yên netewî û Kurdistanî, xwedî li hemû şehîdên Kurdistanê derkevin. Ev kiryara hestiyar bandorek erênî li ser min kir. Ez hêvîdarim ev hengava pîroz bibe bingeha xurtkirin û pêşvebirina yekitiya hêzên Kurdistanî yên Rojhilata Kurdistanê.

Pêvîste bê gotin ku Komisyona Hewildana Yekîtîya Netrweyi yali Bakurê Kurdistanê, di roja 20.07.2026 de li Amedê li avayîya sazîya Rojnamevanan de civînekî çapemenîyê li darxistibû û erîşên rejîma Îranê şermezar kiribûn û pêşmergeyên şehîd bibîranîbûn û piştgiriyên xwe bo xebata netewî ya Rojhilatê kurdistanê dûbare kiribûn. Çalakiyên bi vî rengî pîroz in û bîr û hestên netewî xurttir dikin.

Şehîdên Kurdistanê endamê kîjan partiyê dibin bila bibin, şehîdên me hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Şehîd ne ji bo Partiyan, ji bo Azadiya Kurdistanê canên xwe dibexşînin.

Serê xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim û wan bi rêz û hurmet bibîr tînim

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin