SEMÎNERA KOMKAR-KBH LI KOPENHAGENÊ BI SERKEFTÎ BIRÊVE ÇÛ

Îro, 06.09.2026, KOMKAR-KBH li bajarê Kopenhagenê semînerek li ser rewşa dawî ya Kurdistanê û bi taybetî li ser hewldanên ji bo Yekîtiya Netewî li Bakurê Kurdistanê lidar xist.

Di semînerê de, Cîgirê Serokê PSKê, Birêz Serhad Amedî, wekî axaftvan beşdar bû. Wî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, pêdiviya Yekîtiya Netewî û hewldanên ji bo avakirina hevkariyek berfireh di nav hêz û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê de axivî.
Semîner di atmosfereke germ û bi nîqaş û guftûgoyeke berfireh li ser rewşa dawî ya Kurdistanê û pêşeroja siyasî ya Gelê Kurd de birêve çû û bi serkeftî bi dawî hat.
Di semînerê de ji hemû beşên Kurdistanê beşdarî hate kirin û ev beşdarî nîşana girîngiya mijarên hatine nîqaşkirin bû.
Yekîtiya Netewî bingeha hêz û serkeftina Gelê Kurd e.
Bi hev re, ji bo yekîtiyê û pêşeroja Kurdistanê!

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin