Serdana Ahmet el-Şara ji bo Almanyayê divê bê betalkirin!
Birêz Serokwezîr Friedrich Merz û hemû rêberên partiyên siyasî yên Almanyayê,
Birîna me hîn teze ye, xwîna me hîn li ser kolanan ne , di çapemenîye da te gotin ku di 19ê Çileya 2026an de, Serokomarê Sûriyeyê yê niha Ahmed el-Şara dê were Almanya yê!

Ev ne tenê serdanek e; ev rûmetk dayina qetilkarên ku destê wan bi xwîna Kurdan, Elewîyan û Durzîyan sor bûye!Çend roj berê, li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, hêzên wî bi dehan zarok û sivîlên Kurd qetil kirin. Bombe li ser malan, nexweşxaneyan û kargehan barandin. Di wan erişanda bi sed hezaran mirov bi zorê ji warên xwe hatin derxistin. Di van qirkirinên nû de, rêxistinên cîhadî yên girêdayî Tirkiyeyê jî mil bi mil bi wan re bûn – ev yek jî di nûçeyan de eşkere bûye.
Salek berê jî heman zihniyet êrîşî Elewî û Durzîyan kiribû; qetlîamên hovane çêkiribûn. Ahmed el-Şara, mîratê El Qaîdeyê didomîne û bi van kiryarên xwe bi awayekî eşkere tolê ji Kurdan û hemû kêmneteweyan digire.
Almanya – welatê ku dibêje “Nie wieder” (Qet careke din)! – wê destê berpirsiyarê van qetlîaman bigire? Wijdana we ya qet careke din” wê bêdeng bimîne? Wê ev rûmet ji kesekî ku destê wî bi xwînê dagirtî ye bê dayîn?
Em Kurd jî, wekî hemû gelên Sûriyeyê, aştiyeke rastîn û mayînde dixwazin. Lê ev aşitî bi qirkirin û zordariyê nayê avakirin! Aşitiya rastîn tenê bi pergaleke demokratîk û neteweyî pêk tê:
Mafên Kurdan, Elewîyan, Durzîyan, Xirîstiyanan û hemû kêmneteweyan bêne garantîkirin,
Bi pergala niha ya zordarî û êrîşan bidome, ne li Sûriyeyê, ne li Rojhilata Navîn tu carî aramî û aşitî nayê peydakirin.
Ji ber vê yekê, em wekî Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê – KOMKAR, bi dengekî bilind daxwaz dikin ku
Serdana Ahmed el-Şara ji bo Federal Almanya’yê bê betalkirin!
Destê xwînî neyê givaştin!
Wijdana xwe biparêzin!
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê – KOMKAR
13ê Çileya 2026an