Îroj, 17ê Adarê 2026an, Qehreman Osman û Dr. Renas Cano şevirmendên Şîfa Barzanî û her wiha sekreterê Konfederasyona Rewendên Kurdistanî, Nadir Doxatî, serdana navenda Komkarê li Kölnê kirin. Li ser navê Komkarê, Bekir Topgider û Lezgin Berzan pêşwazîya mevanan kirin.
Şevirmendên Şîfa Barzanî serdana Komkarê kirin.
Îroj, 17ê Adarê 2026an, Qehreman Osman û Dr. Renas Cano şevirmendên Şîfa Barzanî û her wiha sekreterê Konfederasyona Rewendên Kurdistanî, Nadir Doxatî, serdana navenda Komkarê li Kölnê kirin. Li ser navê Komkarê, Bekir Topgider û Lezgin Berzan pêşwazîya mevanan kirin.
Piştre civîn hat lidarxistin û berpirsên Komkarê li ser amadekariyên Newroza 2026’an, ya ku Konfederasyona Rewendên Kurdistanî di 21ê Adarê de li bajarê Bonnê dê li dar bixe, agahî dan. Di heman demê de, aliyên herduyan bîr û baweriyên xwe bi hev re parve kirin.
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku heta roja pîrozbahîya Newroza Bonnê ku çend roj mane, divê li hemû qadan xebat bi awayekî aktîf were meşandin, da ku em bi hev re Newrozekî girseyî û serkeftî pêk bînin.