Serokê berxwedana Dersimê pîr Seyîd Riza û kurê wî Reşik Husên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û di 14’ê çiriya paşîn a 1937’an de li qada Genim a bajarê Xarpêtê hatin darvekirin-
SEYÎD RIZA Û SEYYÎD ABDULQADIR
Bekir Topgider.
Serokê berxwedana Dersimê pîr Seyîd Riza û kurê wî Reşik Husên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û di 14’ê çiriya paşîn a 1937’an de li qada Genim a bajarê Xarpêtê hatin darvekirin .
Dema dixwestin Seyîd Riza darvekin, temenê wî 75 salî bû; li gorî qanûnê mecala darvekirinê bo kalekî 75 salî nebûn. Ji ber vê yekê temenê wî kêm kirin û 57 salî nivîsandin,Temenê kurê wî jî 17 salî bû, li gorî qanûnê zarokekî 17 salî jî mecala sezayê darvekirinê nebû. Temenê wî jî 21 salî nivîsandin da ku bikaribin wî jî darve bikin. Li gorî belgeyan, serokê berxwedana Dersimê Seyîd Riza, kurê wî Reşîk Husên û 5 hevalên wî bi biryara dadgeha leşkerî hatin darizandin û bi fermana Mustafa Kemal di şeva 14-15’ê çiriya paşîn a 1937’an de hatin darvekirin.
Seyyîd Abdulqadir ji tarîqata Nexşîbendî û ji şaxê colemergê bû, kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî bû. Seyyîd Abdulqadir di salên 1924/1925’an de serokatiya rêxistina Kurd a bi navê Azadî kir. Seyyîd Abdulqadir û kurê wî Seyyîd Mihemed ji ber ku alîkariya serhildana Şêx Seîd kiribû hatin girtin, li dadgeha leşkerî hatin darizandin û di 27’ê gulana 1925’an de li qada Mizgefta Mezin a Amedê bi 3 tevî hevalên xwe re hatin darvekirin.
Seyîd Riza dema dewleta Tirk a kemalîst li dijî Dersimê dest bi komkujiyê dike, bi gelê xwe re li hemberî vê êrişê disekine û pêşengiya berxwedanê dike. Di komkujiya Dersimê de bi dehan hezaran Kurdên sivîl –ku di nav wan de zarok, jin û kal jî hene– bi gazên jehrî û bombeyan bi awayekî hovane hatin kuştin. Komkujiya Dersimê di rûpelên dîrokê de wekî rûpelekî reş hatiye nivîsandin. Berxwedana Seyîd Riza û hevalên wî di dîrokê de bi mêrxasî û berxwedanekî bêhempa hatiye nivîsandin. Îro her Kurdekî welatparêz Seyîd Riza wekî rêberekî û mêrxasekî Kurd nas dike û bi baweriyekî mezin xwedî li Seyîd Riza derdikeve. Seyîd Riza navê xwe di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrîn nivîsî. Ev yek ji bo nifşên nû jî cihê baweriyê ye.
Di dîrokê de du serok bi tevlî kurên xwe hatine darvekirin. Yek ji wan Seyîd Riza ye, yê din jî Seyyîd Abdulqadir e. Herdu jî bi destên rejîma kemalîst hatin şehîdkirin. Wan ji bo ku gelê Kurd bigihîje azadiyê û Kurdistan rizgar bibe, canê xwe û yê kurên xwe feda kirin.
Li ser îdamkirina Seyyîd Abdulqadir û kurê wî Seyyîd Mihemed 100 sal derbas bû. Li ser îdamkirina Seyîd Riza û Reşîk Husên 88 sal derbas bû.
Di şexsê Seyîd Riza, Reşîk Husên û di şexsê Seyyîd Abdulqadir û Seyyîd Mihemed de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tîniim. Ew alaya berxwedan û têkoşînê ya ku wan hildabû îro jî bi destên neviyên wan berdewam e. Ew her dem di dîrok û têkoşîna berxwedana gelê Kurd de bijîn.