Sîyaseta Asîmîlasyonê li dijî Kurdan û serpêhatiyek

Nizanim kîjan sal bû ku li parlamentoya Ewropayê konferansek li ser Kurdan hat lidarxistin. Ji Bakurê Kurdistanê û ji Ewropayê gelek siyasetvan, akademîsyen û hunermendên Kurd beşdarî wê konferansê bûn. Ez jî di wê konferansê de bûm. Hunermenda Kurd a navdar Aynur Doğan jî wek hunermendekî Kurd axaftvan bû di wê konferansê de.

Sîyaseta Asîmîlasyonê li dijî Kurdan û serpêhatiyek

Bekir Topgider

Nizanim kîjan sal bû ku li parlamentoya Ewropayê konferansek li ser Kurdan hat lidarxistin. Ji Bakurê Kurdistanê û ji Ewropayê gelek siyasetvan, akademîsyen û hunermendên Kurd beşdarî wê konferansê bûn. Ez jî di wê konferansê de bûm. Hunermenda Kurd a navdar Aynur Doğan jî wek hunermendekî Kurd axaftvan bû di wê konferansê de.

Aynur Doğan di axaftina xwe de anî ziman û got: “Ez heta heft saliya xwe bi kurdî diaxivim. Piştî heft salî, dema ku çûm dibistana seretayî, min bi tirkî axaftin dest pê kir. Li malê, dema ku em bi bav û dayîka xwe re bi kurdî diaxivîn, mamosteyan me şikayet dikirin û mamosteyan ceza didan me û bi dar li destên me dixistin.”

Dema ku konferans bi dawî bû, ez çûm cem wê û min jê re got: “Te dema li ser zarokatiya xwe axivî, te got ku heta heft saliya xwe tirkî nedizanî. Piştî ku te dest bi dibistana seretayî kir, te tirkî fêr bûyî. Ew yek li cem me jî hebû.”

Wê got: “Kekê, ev ne tenê li cem we bû; ev li seranserê Kurdistanê û li Tirkiyeyê ji bo hemû zarokên Kurd hat ceribandin.”

Zêdetir ji sed salan e ku dewleta dagirkera Tirk sîyasetekî qirêj li hember zimanê Kurdî dimeşîne, da ku zimanê Kurdî nemîne û ji holê were rakirin. Di çapemeniyê de nivîsandine ku zimanê Kurdî tune ye û gotine ku peyvên zimanê Kurdî ji zimanên Tirkî, Farisî û Erebî hatine girtin û ji çend devokan derketine. Armanca wan ew bû ku zimanê Kurdî biçûk bikin û bêitibar bikin. Ev yek bi zanebûn dikirin, lê serneketin.

Wan nizanî ku zimanê Kurdî di dîroka cîhanê de cihêkî dîrokî heye. Her wiha nizanîn ku nivîskar û helbestvanên Kurd wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Batê, Kamuran Bedirxan, Cigerxwîn, Seydayê Tîrêj, Musa Anter, M. Emin Bozarslan, Munzur Çem û Malmîsanij ji bo zimanê Kurdî gelek xebat kirine, tov avêtine nav gelê Kurd û nake ku zimanê Kurdî were inkarkirin, ji holê rakirin an qedexe kirin. Ev yek îspat dike ku her çiqas qedexe hebe jî, zimanê Kurdî nayê winda kirin.

Zimanê Kurdî di nav zimanên cîhanê de wek zimanekî dewlemend tê qebûlkirin.

Îro li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 30 milyon Kurd dijîn. Zimanê Kurdî hêj wek dersa hilbijartî tê qebûlkirin.

Divê kadroyên siyasî yên ku Tirkiyeyê rêve dibin rastiyê bibînin ku mafê hilbijartinê tenê têr nake. Divê li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî ji qonaxa zarokatiyê heta zanîngehê mafê perwerdeyê hebe; di hemû qadên jiyanê de were bikaranîn û bibe zimanê fermî.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin