TV û çapemenîya Tirkan dijminatîya li dijî Kurdan dikin.

Wek ku hûn dizanin, di 28ê Sibata 2026an de şer di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dest pê kir û heta îro jî berdewam e. Kengî wê ev şer biqede hîn ne diyar e. Berî her tiştî divê bê gotin ku ev şer di navbera Kurdan û Îranê de dest pê nekiriye. Lê em dizanin ku ev şerê heyî dikare di demek nêz de Kurdan jî eleqedar bike, ji ber ku ev şer li ser parçek ji axa welatê me tê meşandin û gelê me jî li wir dijî.

TV û çapemenîya Tirkan dijminatîya li dijî Kurdan dikin.

Bekir Topgider

Wek ku hûn dizanin, di 28ê Sibata 2026an de şer di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de dest pê kir û heta îro jî berdewam e. Kengî wê ev şer biqede hîn ne diyar e. Berî her tiştî divê bê gotin ku ev şer di navbera Kurdan û Îranê de dest pê nekiriye. Lê em dizanin ku ev şerê heyî dikare di demek nêz de Kurdan jî eleqedar bike, ji ber ku ev şer li ser parçek ji axa welatê me tê meşandin û gelê me jî li wir dijî.

Aktorên vî şerî dikarin bi serok û rêxistinên Kurd re peywendîyê bigirin, ev tiştekî gelek normal e. Berî her tiştî divê bê zanîn ku Kurdan bi aktorên vî şerî re peywendî negirtine; belkî ew in yên ku bi Kurdan re peywendî girtine. Encama van peywendîyan wê çi be hîn ne diyar e, lê Kurd di dîrokê de rastî gelek bûyerên êşdar û xemgîn hatine, û baş dizanin çawa bi van rewşan re rû bi rû bibin.

Çapemenîya Tirkan dema ku di derbarê vî şerî de nûçeyan didin, rêxistin û partîyên Rojhilatê Kurdistanê wek “rêxistinên terorê” binav dikin û acizîya xwe li hember wan partî û rêxistinan tînin zimên. Ew van nûçeyan bi zanebûn belav dikin. Berî her tiştî divê bê gotin ku heta niha tu dewletên cîhanê partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê wek rêxistinên terorê nas nekirine.

Belê, ew rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi çek in. Lê ew çek ji bo paraztina xwe di destên wan de ne. Serok û kadroyên wan partîyan gelek caran bi destên dewleta Îranê bi hovane hatine kuştin, û zilm û zordarîyek mezin li ser gelê Kurd hat meşandin û hîn jî tê meşandin. Serok û rêberên Kurd wek Simko Şikak, di sala 1930an de; Qazi Muhammad, di sala 1946an de; Abdulrahman Ghassemlou, di sala 1989an de; û Sadiq Şerefkendi, di sala 1992an de bi destê dewleta Îranê hatine kuştin.

Divê TV û çapemenîya Tirkan dema ku nûçeyan didin yan jî belav dikin rastî û dîrokê bigrin ber çavan û li gorî wan tevbigerin. Wekî din, xuya ye ku TV û çapemenîya Tirkan li gorî rastiyê nûçeyan belav nakin, belkî li gorî berjewendîyên dewleta xwe hereket dikin. Ev şopandin û raporkirin bi rojnamevanîya rastîn re tu eleqeya xwe nîne; ew zêdetir di vî şerî de wek leşkerên propagandayê tevdigerin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin