Werin em hemû bi hevrê Berîvan Aymaz wek serokê şaredariya Kolnê hilbijêrin!

Wek em pê dizanin Hilbijartinên şaredarîyê, di 14´ê Îlonê2025 an de roja Yekşemiyê, li eyaleta  Nordrheîn/Westfalenê tê lidarxistin.
Banga me ji hemû Kurdên dilsoz, li Tevgera Diaspora Kurdistanî ew e ku di vê hilbijartinê de pistgirî bidin hemû Kandîdatên (Namzetên) Kurdên Welatparêz ku di nava  hemû partîyên Almanya de bûne Namzet .
Bi taybetî di hilbijartinên şaredarîya bajarê mezin ê Kolnê de dengê xwe bidin Berîvan Aymaz!

Ji Bona Reya Giştî !

Namzeta Partîya Keskan Berîvan Aymaz, siyasetmedarek jin a Kurd, di nav namzetên şaredarîya Kolnê de ye.

Siyasetmedara Kurd Berîvan Aymaz niha wek cîhgira serokê parlamento ya eyaleta Northrhine-Westfalen kar dike.

Berîvan Aymaz jinek Kurd e ku xwedîyê nasnameyek welatparêz, demokrat û mirovî ye.

Ew di jiyana xwe ya siyasî de kesek xwedî ezmûn û zana ye. Ger bê hilbijartin, ewê xizmetek mezin ji bo bajarê Kolnê bike û xwedîyê kesayetîyekê ye ku bi hemû mirovan re wekhev tevdigere, bêyî ku ew cudayetiyê biyaniyan bike.

  • Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku hûn di hilbijartinên şaredarîyê de Kolnê de dengê xwe bidin Berîvan Aymaz.
  • Werin em hemû bi hevrê Berîvan Aymaz wek serokê şaredariya Kolnê hilbijêrin!
  • Roj roja hevgirtin û hevxebatê ye.
  • Dengê xwe bidin Berîvan Aymaz´ê û civaka xwe li ser vê mijarê hişyar bikin.

Revanda Kurdistanî li Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin