Çend roj berê hevalên me çûne serdana mezinê me yê hêja, Mehmet Elbistan, ku 90 salên jiyana xwe di nava têkoşîna azadiyê de derbas kiriye û wek dareke mezin a têkoşîna azadiyê ye. Ez wan ji dil dikim pîrozbahî. Bi rastî, ew karekî pir watedar û hêja kirine. Serê wan sax be.
Xwedî Derketina Li Nirxên Xwe Karekî Bi Şeref e
Kovan Amedî
Çend roj berê hevalên me çûne serdana mezinê me yê hêja, Mehmet Elbistan, ku 90 salên jiyana xwe di nava têkoşîna azadiyê de derbas kiriye û wek dareke mezin a têkoşîna azadiyê ye. Ez wan ji dil dikim pîrozbahî. Bi rastî, ew karekî pir watedar û hêja kirine. destê wan sax be.
Apê Mehmet Elbistan ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd nirxekî girîng e. Ew salên dirêj ên jiyana xwe daye têkoşîna azadiya gelê Kurd. Îro ku ew 90 salî ye jî, bi ruh û hêza têkoşînê hîn jî wek ciwanekî 19 salî di nava têkoşînê de ye. Ew li Almanyayê bi salan, bi ala Kurdistanê di destê xwe de, daxwazên azadiya gelê Kurd li qadên têkoşînê anî ziman û her dem di têkoşînê de rawestiyaye bi rûmet û serbilindî.
Ew di navbera Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tu cudahî nedît û gelê Kurd wek yek gel dît. Her tim bi vê têgihiştinê beşdarî têkoşîna azadiya gelê Kurd bûye.
Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku xwedîderketina li nirxên me ne tenê serdanek e, lê di heman demê de erkekî wekhevî, rêz û welatparêziyê ye.
Jiyana Mehmet apê me û têkoşîna wî ya dirêj bi çend hevokan bêguman nayê vegotin. Ez li vir tenê dixwazim girîngiya van serdanan bibînim. Ji ber ku carinan serdanek tenê civînek çend saetan nîne; ew dikare wateyeke pir mezintir hebe. Ew nîşana nirxdayîna ked, têkoşîn û jiyana mirovekî ye.
Dîsa bi qasî mehek berê jî hevalên me yên Hamburgê çûne serdana mezinê me yê hêja Osman Aydın apê me. Osman apê me jî yek ji şervanên bêdil û bêwestan ên têkoşîna azadiyê ya demekê ye. Di heman demê de nivîskarêkî girîng e û gelek berhemên hêja nivîsandiye. Ew kesayetiyekî nerm, rêzdar û hêja ye.
Rêveberên KOMKARê û Navendê jî çûne serdana mezinê me yê hêja Îsa Çelik apê me, ku li Bonnê dijî.
Ez pir girîngî didim li van serdanan. Ji ber ku guhdarî çîrokên jiyan û têkoşîna van, rêzgirtina ji ked û têkoşîna wan a bi salan û avakirina girêdanekê di navbera dema borî û îro de pir girîng e.
Xwedî derketina li nirxên me, ji bîr nekirina dîroka me û gihandina çîroka têkoşîna me ya azadiyê ji nifşên nû re, erka me ya hemûyan e. Van serdanan di heman demê de rêyekî baş in ku em ji ciwanên xwe re bibêjin ku di têkoşîna azadiya miletekî de mirovan çawa bi salan ked dane û çi nirx û fedakarî dane.
Ji ber vê yekê, divê em van serdanan wek serdanên asayî nebînin. Ev nimûneyên xweş ên xwedî derketina li dîroka me, nirxên me û mirovên me ne.
Ez hemû hevalên ku di van serdanên watedar pêk anîne, ji dil dikim pîrozbahî. Bi rastî, ew karekî hêja û nimûne ye.
Ji bo Apê me yên hêja Mehmet Elbistan, Osman Aydın û Îsa Çelik, ez tenduristiyek baş, jiyanek aram û temeneke dirêj dixwazim. Ez hêvî dikim ku em hîn gelek salan, ji têkoşîn û jiyana wan sûd werbigirin.
Werin em li nirxên xwe xwedî derkevin, mezinên xwe ji bîr nekin, li dîroka têkoşîna xwe xwedî derkevin û vê mîratê bidin nifşên pêşerojê.
Bi rêz û Silav.