Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Xwedî li hêjayiyên xwe derkevin

AMED Û DERSIM: XWEDÎ LI HÊJAYÎYÊN XWE DERKEVIN

Di van rojên dawî da partiya şovenîst ya tirkiyê “ Vatan Partî“ li Amedê û Dersimê daxwaz li Walî û Şaredariyan kirine ku li Amedê navê Şêx Saîd li ser Mizgeft, dezgehan, kuçe û kolnênên Amedê bê rakirin. Her usa li Dersimê jî peykera Seîd Riza bê rakirin.

KOMKAR.eu, daxwaza bîr û hizra faşîst ya „Vatan Partî“ yê li dijî hêjayî ya gelê kurd, bi tundî şermezar dike.

Em piştrastin ku gelê me li Amed û li Dersimê, xwedî li rêberên xwe Şêx Saîd û Seîd Riza derkevin. Li Amed û Dersimê bi dengek bilind û bi girseyî nerazîbûna xwe nîşan bide û rê nedin segên faşîst zimandirêjî li hêjayiyên Kurdan bikin.

Seîd Riza û Şêx Saîd, serbilindî û rûmeta me Kurdan e. Navên wan wê her tim di jiyana me da bin.

20.12.2019

KOMKAR.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin