Di 13ê Çileya Pêşîn a sala 2026’an de, Federasyona Revenda Kurdistanî li ber avahiya Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) li bajarê Düsseldorfê xwepêşandanek protestoyî li dar xist. Çalakî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd li Helebê û piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû.
Xwepêşandana Li Ber Parlamentoya Eyaleta NRW a Li Düsseldorfê
Di 13ê Çileya Pêşîn a sala 2026’an de, Federasyona Revenda Kurdistanî li ber avahiya Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalen (NRW) li bajarê Düsseldorfê xwepêşandanek protestoyî li dar xist. Çalakî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd li Helebê û piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bû.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û bi xwendina sirûda netewî ya Kurdistanê berdewam kir. Di vê çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî yên Alman (Die Grünen/partiya kesk, SPD û FDP) axaftin kirin. Her wiha, Cîgira Serokê Parlamentoya Eyaleta NRW û endama partiya Die Grünen, xanim Berîvan Aymaz, axaftinek girîng pêşkêş kir.
Beşdariya çalakiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê ji rêveber û nûnerên partiyên siyasî û gelek welatparêzên Kurd pêk dihat. Her wiha, endam û alîgirên Komkarê yên ku li vê eyaletê dijîn, bi awayekî çalak tev li çalakiyê bûn.
Komîteya organîzekirina çalakiyê nameyek fermî amade kiribû ku tê de komkujî û êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatibûn nivîsandin. Ev name radestî Serokê Parlamentoya Eyaleta NRW hat kirin.
Di çalakiyê de beşdaran bi dengê bilind sloganên jêrîn dubare kirin:
Bijî berxwedana taxa Eşrefiye û Şêxmeqsûd!
Bijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê!
Bijî berxwedana Rojhilatê Kurdistanê!