YEKÎTIYA HÊZÊN PÊŞMERGEYAN SİLAV DİKİN

Yekîtiya Komelên Kurdistanê Komkar- Almanya, daxuyaniyek li ser yekgirtina hêzên pêşmergeyên Kurdistana Başûr belav kir. Di daxuyaniyê de baldikşîne ser wê ku ” Yekbûna hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di bin banekî yekane de û di çarçoveya Wezareta Parastinê de, wekî pêşveçûnek girîng û dîrokî dibîn.”

Em yekbûna hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di bin banekî yekane de û di çarçoveya Wezareta Parastinê de, wekî pêşveçûnek girîng û dîrokî dinirxînin.

Pêkanîna yekîtiya hêzên Pêşmergeyan, di rêya avakirina Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê de gavên dîrokî û girîng e. Em bawer dikin ku ev pêşveçûn, bi taybetî gelê Kurd û hemû dostên Kurdan, kêfxweş kiriye.

Wekî KOMKAR – Yekîtiya Komelên Kurdistanê, em yekîtiya hêzên Pêşmergeyan bi dil û can pîroz dikin û hêvî dikin ku ev yekîtiya û hevkariyê bêtir xurt bibe û bibe yekîtiyek mayînde.

Di heman demê de, em hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vexwazin ku bi hestê berpirsiyariya hevpar, di demeke herî nêz de hikûmeta nû ava bikin. Em ji gelê Başûrê Kurdistanê re aşîtî, yekîtiyê, aramî û serkeftinê dixwazin.

KOMKAR – Yekîtiya Komelên Kurdistanê

22.09.2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin