Yekitiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR li Almanya, Bang li Xaça Sor kir

Yekitiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR li Almanya, Bang li Xaça Sor kir ku bi ewayek lezgîn xwe bigîhîne hawara gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. KOMKAR´ê îşaret bi “Li gorî nûçe û agahiyên ku hûn jî di çapemeniyê de derketine dibînin agahdariyên ku raste xwe gihîştine me; bajarê Kobanê çend  rojên berê ve di bin dorpêçkirina hikûmeta nû ya Sûriyê de ye. Ketina û derketina bajêr hatiye astengkirin, gelê bajêr ji xwarin, vexwarin, germkirin û elektrîkê yên bingehîn hatiye mehrûmkirinê, kir.

JI Serokatiya Navneteweyî ya xaça Sor re

Rêzdar Serok Mirjana Spoljaric Egger

Li gorî nûçe û agahiyên ku hûn jî di çapemeniyê de derketine dibînin agahdariyên ku raste xwe gihîştine me; bajarê Kobanê çend  rojên berê ve di bin dorpêçkirina hikûmeta nû ya Sûriyê de ye. Ketina û derketina bajêr hatiye astengkirin, gelê bajêr ji xwarin, vexwarin, germkirin û elektrîkê yên bingehîn hatiye mehrûmkirin.

Ev rewş dibe sedema krîzeke mezin a mirovahiyê.

Duho di çapemeniyê û platformên medyaya civakî de, nûçe derketin ku ji ber sermayê 5 zarok cemidîne û jîyana xwe ji dest dane.

Rêzdar Serok,

Li gorî me hikûmeta nû ya Sûriyê, ji ber pirsgirêkên siyasî yên bi aliyên Kurd re, dixwaze gelê Kurd bi birçîbûn, tîbûn, serm û tarîtiyê ceza bike. Dorpêçkirina li ser Kobanê jî ji ber van sedeman didome. Ev yek sûceke eşkere ya mirovahiyê ye.

Niha nayê zanîn ku nakokî û pirsgirêkên siyasî yên Sûriya nû kengî bên çareserkirin. Lê em li bendê ne ku saziya we ya navneteweyî ya rêzdar û alîkariyê ya Navneteweyî ya xaça Sor zû bikeve nava livînê da ku ev trajediya mirovahiyê ya li Kobanê bi dawî bibe û pêşî li windabûna bêtir canan were girtin.

Di vê çarçoveyê de, em bang li we dikin ku xwarin, vexwarin, malzemeyên germkirinê û elektrîkê bigihînin Kobanê.

Bi baweriya ku Rêxistina Navneteweyî ya xaça sor zû bikeve nava mudaxelekirinê.

Bi rêz û silavan

Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê – KOMKAR

25ê Rêbendan 2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin