Ji bo Raya Giştî
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR Almanya 26 emîn Kongreya xwe Pêkanî
Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR Almanya di 7ê Hezîrana 2025an de bi serkeftî 26 emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di Kongreyê de Lijneya Giştî ya Rêveberiya (GYK) nû ku ji 15 kesan pêk dihat hat hilbijartin.
Bûyerên siyasî yên ku bi êrîşa HAMAS ya li ser Îsraîlê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin, bandor li tevahiya Rojhilata Navîn kiriye û dike. Di vê pêvajoyê de, li Sûriyê hilweşîna rejîma Baas ya 61 salî û piştî wê desthilatdariya HTŞê ne tenê hevsengiyên li Rojhilata Navîn hejand, lê di heman demê de bandorek cidî li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî kir. Pêvajoya nû ya ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn, hem xeteran hem jî derfetên dîrokî ji bo Kurdan dihewîne. KOMKAR, ku ji destpêkê ve girîngiyê dide pêşxistina helwest û tevgerînek hevpar ya hêzên Kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Netewî ya 27ê Nîsanê û di 4ê Hezîrana 2025an de avakirina komîteyek hevbeş wek gavek dîrokî dibîne.