Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Yekitiya Kurda li Rojava

SİLAVEK GERM Û GUR BO YEKİTİYA KURDAN Lİ ROJAVAYÊ KURDİSTAN!

Ev demeke dirêje li Rojavayê Kurdistanê, bo yekitiya rêxistinên Kurdî pêvajoya danûstanê heye. Ew pêvajoya hêdî hêdî berhemên xwe yên baê dide.

Di roja 16 Hezîranê 2020 ́an da li ser navê Encumena Niştîmanî ya Kurdî li sûriyê û Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd PYNK, bi daxuyaniyek bo raya giştî hate belavkirin ku li ser nêrînek hevbeş ya siyasî li hevkirine. Di li hevkirinê da peymana Duhokê ya sala 2014 ́an esas hatiye girtin. Di nêrînên hevbeş ya sîyasî da ev çend xalên girîng hene wek; Rêvebirin Hevbeşî, Ewlehî û Parastin.

Pêvîste bê gotin di vê li hevkirinê da Amerîka rolek xwe yê girîng û berbiçav hebûye. Her usa di vê hevgirtinê da, Balyozê Amerîkayê li Sûriyê Wîlîyam Robak pişgirek esasî bûye. Dîsa, xwestin û hewildanên serok Mesûd Barzanî û serokê Herema Kurdistan a Başûr Nêçîrvan Barzanî û her usa xwestek û hestiyariya Fermandarê giştî yê Hêzên SûryeyaDemokratîk QSD ́ê Mazlûm Ebdî jî cîhê pezindanê ye.

Em wek beşek ji diyapora kurd, Konfederasyona Komeleyên Kurdistan KOMKAR.eu, piştgiriya hemû hewildan û hengavên ku di xizmeta berjevendiyên netewî ya Kurdistanê da be, dikin.

Lewra silavek germ û gur li Yekitiya bereyên Kurdî wek ENSK û PYNK ́ê dikin. Hêvîdarin ku ev yekitiya her mayende be.

Her usa hêvî û temeniya me ewe ku rêxistinên li derveyê vê yekitiyê mane, yên wek Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ra jî rê li wan bê vekirin ku ew jî bikaribin di nav vê yekitiyê da cîh bigrên. Carek din silavek germ û gur bo yekitiya Kurdan li rojavayê Kurdistanê dikin.

19.06.2020

Bijî Yekitiya Kurdan Bijî Azadiya Kurdistanê

KOMKAR.eu Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

[sgdg path=”SİLAVEK GERM Û GUR BO YEKİTİYA KURDAN Lİ ROJAVAYÊ KURDİSTAN!”]

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin