Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

1´ê Gulan´ê Roja Ked û Hevgirtinê ye

Di 1ê Gulanê de li çar alîyên cîhanê gel dadikevin qadan û daxwaza mûçeyên adil, şert û mercên baş ên xebatê û edaleta civakî dikin. Em wek kedkarên Kurd ên li dîasporayê li gel kedkarên Almanya, Kurdistan û deverên din in.

1´ê Gulan´ê Roja Ked û Hevgirtinê ye

KOMKAR bang li hemû kedkaran dike ku beşdarî 1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtina Cîhanê bibin!

Di 1ê Gulanê de li çar alîyên cîhanê gel dadikevin qadan û daxwaza mûçeyên adil, şert û mercên baş ên xebatê û edaleta civakî dikin. Em wek kedkarên Kurd ên li dîasporayê li gel kedkarên Almanya, Kurdistan û deverên din in.

Pevçûnên heyî yên navnetewî bandorek kûr li ser civakên me dike. Şer xweza û welatan wêran dike û bêhejmar jîyana mirovan distîne. Em ji bo çareserkirina kêşeyan bi diyalog, dîplomasî û rêyên aştiyane têdikoşin. Aştî û hevkarîya navnetewî mifteya pêşerojek baştir in. Her ku pîşesazîya çekan qezencên rekor bi dest dixin, newekhevîya civakî hem li seranserê cîhanê û hem jî li vir di nav me de kûrtir dibe. Siyaset berpirsiyar e ku şert û mercên ji bo aştî, bêçekbûn û edaleta civakî biafirîne.

Daxwazên me:

-Koka wan û statuya  çi dibe bela bibe, maf û îmkanên wekhev ji bo hemû karkeran
-Hevgirtina bi karkerên koçber re
-Naskirina dîplomayên pîşeyî yên biyanî û şert û mercên adil ên xebatê
-Bidawîanîna karkerîya taşeron, mûçeyên kêm û îstîhdama nebaş
-Ji bo Kurdistanê aştî, azadî û edaleta civakî
Bi rêyên aştîyane hewldana çareserkirina hemû nakokîyên li Ewropa, Rojhilata Navîn û cîhanê

1ê Gulanê roja hevgirtin, têkoşîn û hêvîyê ya navnetewî ye.Werin em hemû ji bo aştî, edaleta civakî û civaka li ser bingeha hevgirtinê peyamekê xurt bidin!
01.05. 2025

KOMKAR – Yekitîya Komeleyên Kurdistanê-Almanya

Olpener Str. 143, 51103 Köln

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin