Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Di Heqê Me De

Vîzyona KOMKAREU

  • Rêxistineke sivîl e ku xwe dispêre rêbazên demokratîk û ji bo berjewendiyên giştî dixebite.
  • Di navbera civatên ewropî û koma kurdên ewropa de weke pira agahiyê kar dike.
  • Xebata ji bo pirsgirêkên entegrasyona koma kurdî, xebat ji bo pêşvebirin û pêşxistina ziman û çanda kurdî, xebat ji bo naskirina nasnameya kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî li Ewropayê dike.
  • Xebatên ji bo jin, zarok, ciwan, astengdar û kal û pîrên kurd dike da ku şert û mercên bi rûmet ji wan re hêsan bike. Ji bo avakirina wekheviya di navbera wan de kar dike.
  • Li ser piras kurd û Kurdistanê de Ewrûpîyan agahdar dike û bala wan dikşîne ser pirsa Kurdistanê û bo wergirtina piştgiriya wan kar dike. Li dijî zordarîya zordestiya dagîrkerên Kurdistanê, piştgiriya hêzên azadîxwaz ya Kurdistanî ku ji bo bi destxistina azadî û aşîtiyê li Kurdistanê têdikoşin, dike.
  • Piştgirî û agahdarkirina penaberên Kurd ji bo maf û erkên wan û parastina mafên biyaniyan û penaberan li gor peymanên navdewletî bi giştî û bi taybetî jî prensîbên Neteweyên Yekbûyî li ser heman mijaran û kar ji bo hêsankirina rewşa wan li Ewropayê dike.
  • Bi rêxistinên demokratîk ên ewropî û yên ne-ewropî re hevkariyê dike.
  • Ji bo wergirtina piştgiriya navneteweyî ji têkoşîna Kurdan ya ji bo aştî û demokrasiyê karê lobiyê dike.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin