Endamê rêvebirîya giştî yê Komkar-Almanya hevalê me yê hêja Ramazan Adiguzel (Ali Xoce) 38 sal berê wek îro di 3 Gulana 1987an da li Almanya bajarê Hannoverê bi destên ajan û provakatoran hat şehîdkirin.
Alî Xoce Di Tekoşîna Me Da Dijî
Endamê rêvebirîya giştî yê Komkar-Almanya hevalê me yê hêja Ramazan Adiguzel (Ali Xoce) 38 sal berê wek îro di 3 Gulana 1987an da li Almanya bajarê Hannoverê bi destên ajan û provakatoran hat şehîdkirin.
Ali Xoce kadrokî têgihiştî û xweşmêr bû û bi dehê salan ji bo azadîya gelê Kurd xebat û tekoşînek hêja meşand. Em, naletê li wan kesên ku biryara kuştina hevalê me dan û ew êrîşa rûreşî pêk, dibarînin.
Ew al û tekoşîna ku Ali Xoce hildabu îro jî bi mêrxasî tê meşandin. Di 38 emîn salroja şehîdkirina Alî Xoce de em wî bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Ruhê wî şad be, cîyê wî bihuşt be. Alî Xoce wê her dem di tekoşîna azadîxwaza gelê Kurd de bijî.
KOMKAR-Almanya Rêvebirîya Giştî