Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Çek danîna PKK´ê di berjevendiya hemû kurdan de ye!

Li Kurdistanê êş, azar, mirin û wêrankerî bi hemû nexweşiyên xwe ve berdewam e. Bersîva hemû serhildanên Kurdan, bi kuştin û qetliyaman ve hatiye dayin. Bi sed hezaran kurd jiyanên xwe ji dest dane, bi miljonan kes ji cîh û warên xwe hatin ji dûr xistin, yan jî neçar bûnin ku berên xwe bidin welatê xerîbiyê. Li gel van hemû şer û pevçûnan ve, heta niha jî ne dagîrkeran karîbûn kurdan xelas bike, ne jî kurdan karîbûn bigîhîjin meramên xwe. (ji bilî ku li Başûrê Kurdistanê statuyek federalî hatiye bidest xistine.)

Çek danîna PKK´ê di berjevendiya hemû kurdan de ye!

Kovan Amedî

Bi xweşî û nexweşîyê ve, bi sedan salin ku kurd, bi gelên ereb, tirk û faris û bi hûrgelên din re wek cîran bihevra dijîn, mixabin yek ji wan jî ne dilşa ne û heta nuha jî di têkiliyên wan de rewşek baş çê nebûye û sal bi sal xerabtir bûye.

Herema Rojhilata Navîn Wek Volkanekî Dikele!

Li Kurdistanê êş, azar, mirin û wêrankerî bi hemû nexweşiyên xwe ve berdewam e. Bersîva hemû serhildanên Kurdan, bi kuştin û qetliyaman ve hatiye dayin. Bi sed hezaran kurd jiyanên xwe ji dest dane, bi miljonan kes ji cîh û warên xwe hatin ji dûr xistin, yan jî neçar bûnin ku berên xwe bidin welatê xerîbiyê. Li gel van hemû şer û pevçûnan ve, heta niha jî ne dagîrkeran karîbûn kurdan xelas bike, ne jî kurdan karîbûn bigîhîjin meramên xwe. (ji bilî ku li Başûrê Kurdistanê statuyek federalî hatiye bidest xistine.)

Bi Şerê Îsraîl- Hamasê, Îsraîl Hizbullah li Lubnanê û şerê bi Îranê re, pişt û baskên rejîma Îranê gelek lawaz bû. Wek tê zanîn rejîma Beas ya Sûrîyê, bi alîkarî û piştgiriya Rûsya û Îranê ve li ser pîya disekinî, bi vekişandina Rûsya û Îranê ve, Rejîma Sûriyê hilweşiya.

Tirkiye dixwaze vê guhartina ku li Sûriyê pêkhatiye, bo berjevendîya xwe wek firsendekî bikarbîne

Xuya bû ku Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi HTŞ´ê re ji guhartinên li Sûriyê çêbe pêşxwet haydar bûn. Ji ber wê yekê jî serokê partiya MHP´ê Devlet Bahçelî ji abdulla Ocalan dixwazê ku daxwaza çek berdanê ji PKK´ê bike û PKK xwe fesih bike û rewşa Tirkiyê bê normalîzekirin. Serok Komara Tirkiyê R.Tayip Erdogan jî piştgiriya devlet Bahçelî kir.  Devlet Bahçelî  ku  di pirsa kurd de siyasetmedarek herî tundreve û heta niha jî hebûna pirsa kurd qebûl nekiriye û nake jî.

Daxwaza çek danîna PKK´ê ne daxwazek nûye. Di sala 2013´an jî daxwazek wisa ji Ocalan hatibû kirin, Ocalan ji di Newroza 2013´an de bi nameyek ragîhandibû ku bê merc PKK dawî bi şerê çakdarî bîne. Lê ew daxwaza Ocalan bi ser neket.

Eşkereye ku daxwaza Dewlet Bahçelî bi rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye. Dixwazin ji gorankariyên ku li Sûriyê rûdide, kurd nebin xwedîyê statuyek netewî. Ji ber wê yekê Ocalan dixin dewrê ku li ser HSD badorek deyne ku ti daxwazên statuyek netewî nekin, bi hin mafên biçûk ve bê îqnakirin. Her usa tirsekî din jî ya Tirkiyê ewe ku piştî lawazbûna Îranê, PKK bi Îsraîl re tevbigere.

Em dibînin ku Tirkiye li Sûriyê gelek çalak e. pêyvendiyê di navbeyna Tirkiyê û Sûriyê de ji gelek aliyan ve dimeşe. Serokê îstixbaratê û wezîrê derve yê Tirkiyê bû çend car e ku serdana serokê HTŞ´ê Ahmed Şare û wezîrê derve Esad Hasan Şeybanî dikin û dixwazin di avakirina bingeha Dezgeha Îstixbaratê, di avakirina Hêza Leşkerî û îdarî ya Sûriyê de, karê şêwirmendî û perwerdeyê bigrê ser xwe. Tirkiye ti tişekî venaşêre û bi eşkere dixwazin Sûriyê kontrolbike û pêşî bo bi destxistina statuyek netewî bo Rojavayê Kurdistanê bigrê.

Him serokkomarê Tirkiyê û him jî hevkarê wî Bahçelî, pir bi vekirî tînin ziman ku di rojeva wan de prosesa çareserkirna pirsa kurd nîne.

Ez bi xwe şerê çekdarî ya PKK´ê ti carî di qezenca kurdan de nabînim. 40 sale ji bilî kuştin, koçberî wêrankerî ti tiştek bi destê kurdan neketiye. Loma çek berdan PKK´ê di berjewendiya gelê Kurdistanê de dibînim. Ne ku ji bo ku desthilatdarên hukumeta Tirkiyê dixwaze, ji bo ku îro çekên PKK´ê xizmeta gelê Kurdistanê nake!

Bi çek danîna PKK´ê ve hinceta ”terorê” ji destê Tirkiyê tê girtin. Ev yeka wê bi berjevendiya hemû beşên Kurdistanê de be. Wê nikaribe bi hinceta terorê wek berê erîş bibe ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Çekdanîn, dikare zemîna xebata siyasî li Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê jî baştir bibe. Xebatek bi metodên demokratîk û aşîtiyane, dikare rê li guhartinên erênî veke ku Tirkiye jî mecbûr be di sayeseta xwe de guhartinan pêkbîne.

Îro dilê Rojhilata Navîn li Sûriyê lê dide!

Wek tê zanîn, Sûriye ji gelek netewe û ji pir olî pêk tê. Beşek ji Sûriyê li jêr kontrola Ertêşa Azad ya Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ne, Heyeta Tehrîr El Şam ku bi îdolojîya xwe ve nêzî El Qayidê û cîhadî ne, nuha Şam û Helep´ê kontrol dike. Rojavayê Kurdistanê Ji aliyê HSD´ê ve ku bi giranî ji YPG´ê pêk hatiye, tê kontrokirin.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şam´ê Ahmed Şare, di peyamên xwe de nerm e, behsa maf û azadiya pêkhateyên din yê Sûriyê dike û dibêje: “Kurd parçeyekî bingehîn ê pêkhateyên Sûriyeyê ne” ev gotineke raste, lê tenê di gotin de ye.

Li gor ku ez dişopînim pêyvendiyê Şam û Rojavayê bi başî tê nirxandin. Guftugo li ser pirsa Rojava her berdewam e. Lê ne di warê destûrek nû de, ne jî li gor peyamên nerm, ti gav nehatiye avêtin.

Ahmed Şare, daxwaza dike ku hêzên çekdar nemînin û yên heyî beşdarî ertêşa Sûriyê bin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî jî têkezî bi wê yekê dike ku HSD çekên xwe deyne, Lê behsa bedîla danîna çekan nayên kirin. Ji bo xweşkirina dilê Tirkiyê be jî behsa alternatîfa duyem jî dike ku ew jî bikaranîna zorê ye. Ev jî gotina ”Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” tîne bîra meriv.

Rola aktorên derve li Sûriyê

Sûriyê wê çewa bê ser lingê xwe, pirs û pirsgirênkên xwe bi pêkhateyên Sûriyê çewa çareser bibe, di vê pirsê de rola aktorên derve gelek girîn in. Eger em li dîrokê vegerin, peymana Sewir, Lozanê, dabeşbûna Kurdistanê û avabû Iraq û Sûriyê de jî rola sereke ya aktorên derve wek Fransa, Brîtanaya, amerîka û Ewrûpa yê bûn. Ev dewletana îro jî di alanê de ne.

Trump û kodên Siyaseta wî ya ayende li ser heremê û bi taybetî jî li ser kurdan wê çewa be. Trump di mijara Kurd û Kurdistanê de, di navbera Îsraîl- Tirkiye, Iraq û Herema Kurdanê de siyasetek çawa birêve bibe?

Gelo wê Trump, wek tê gotin di Îlona 2025’an de, hêza xwe ji Bexda û derdora wê û di dawiya sala 2026’an de jî ji Başûrê Kurdistanê bi temamî vebikşîne! Ev ne diyare, di wî warî de Trump, him li nalê him jî li bizmarê dixe.

Li gor raya min, eger Amerîka bi temamî ji Başûrê Kurdistanê derkeve, ev tê wateya vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê jî. Ew jî vekişana Amerîkayê ji Rojhilata Navîne! Ev ne ewqas hêsan e. Vekişandina Amerîkayê ji herema Kurdistanê û ji Rojavayê Kurdistanê, ne di berjevendiya wan Amerîkayê da ye. Di warê jeopolitik de jî Kurdistan bo Amerikayê ne wek Afganîstanê ye.

Yekitiya Ewrûpayê bi taybetî Fansa û Almanya jî naxwazin Amerîka hêzên xwe ji heremê vekşîne û di Sûriye´ya nû de têkezî bi parastina mafên kurdan dikin.

Paşeroj wê çewa be, kabîneya Trump ya nû, Kongre, Îsraîl û dostên Kurdan bandora wan çiqas li ser Trump heye? Emê bi hevra bişopînin…

Riya serketina kurda di yekgirtinê de ye.

Bi qasî aktorên derve, aktora hundir ango rewşa heza kurdan jî girîng e! Îro Kurd bi hêztirîn pêkhateya Sûriyê ye. Kurd ne li ser hevbin jî, bi rêxistinî ne, organîzekirî ne. Kurd neteweyek esasî li Sûriyê ye, divê daxwazên wan, mafên netewî be. Pêvîstî tenê bi raskirina mala Kurd heye. Berê ku bi Şamê re rûnên, divê di nav xwe de lihevhatinek netewî saz bikin, bi taybetî jî HSD û ENKS. Divê kurd vî firsenda ku îro bi destê wan ketiye baş bikar bînin û li Şamê yekdeng bin. Riya serketina kurdan di yekgirtinê de ye!Hevdîtina serokê HSD´ê Mazlûm Abdî, bi serok Mesûd Barzanîre, hengavek girîng bû. Hêvîdarim HSD guh li şîretên serok Mesûd Barzanî bike!

Têbinî: Ev nivîsa ji bo Kovara Revendê, di meha şibatê 2025´an de hatibû nivîsandin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin