Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Pîrozname Bo Partîyên Rojavayê Kurdistanê

Em pê agahdar bûn ku hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê di nav xwe da yekîtîyek pêk anîne da ku bi yek şandê biçin Şamê û daxwazên hevbeş yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di destûra nû ya Sûrîyê da bi cîh bikin. Ev gava ku we avetiye ji bo pêşeroja gelê me yê Rojavayê Kurdistanê gavek dîrokî ye.

Pîrozname Bo Partîyên Rojavayê Kurdistanê

Rêzdaran,

Em pê agahdar bûn ku hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê di nav xwe da yekîtîyek pêk anîne da ku bi yek şandê biçin Şamê û daxwazên hevbeş yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di destûra nû ya Sûrîyê da bi cîh bikin. Ev gava ku we avetiye ji bo pêşeroja gelê me yê Rojavayê Kurdistanê gavek dîrokî ye.

Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistanê-Komkar li Almanya, yekîtîya ku Partîyên Rojavayê Kurdistanê di nav xwe da pêk anîne wek her Kurdê welatparêz û rêxistinên Kurd û Kurdistanî kêfxweş û serbilind bûn. Em we hemûyan ji dil ve û bi hestên netewî pîroz dikin. Serkeftina we serkefina gelê Kurd e. Em bi hêvî ne ku bi vê helwesta yekîtîya navxweyî gelê me li Rojavayê Kurdistanê destkeftinên netewî bi dest bixe.

Di kar û xebata we da serkeftinê dixwazin.

Bijî yekîtîya Partîyên Rojavayê Kurdistanê!

Silav û rêz

KOMKAR-Yekîtîya Komelên Kurdistan li Alman

26  Nîsanê 2025

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin