Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Cejna Çarşemba Sor a Serê Nîsanê pîroz be.

Cejna Sersalê, Cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê li tevaye Civaka Êzîdî û li Kurdistanê pîroz dikin. Wek tê zanîn Civaka Êzîdî cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê wek roja afirandina dinyayê, sembola destpêka biharê û xêr û beraketê pîroz dikin.

Cejna Sersalê, Cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê li tevaye Civaka Êzîdî û li Kurdistanê pîroz dikin. Wek tê zanîn Civaka Êzîdî cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê wek roja afirandina dinyayê, sembola destpêka biharê û xêr û beraketê pîroz dikin.

Di vê roja pîroz de Civaka Êzîdî hêkan bi rengên kesk û sor û zer reng dikin û qaqilkên hêkan ji bo xêr û beraketê li nav zevîyên xwe direşînin. Herwekî din gulên reng bi reng bi devê derîyên xwe ve daliqînin.

Di 2014’an de rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê ferman û jenosîdeke mezin anî serê xwîşk û birayên me yên Êzîdî li Şingalê. Bi hezaran Êzîdî hatin cangorî kirin û dîsan bi hezaran keç û jin wek hêsir ketin destên terorîstên DAÎŞ’ê. Heta vê gavê jî hê bi hezaran Êzîdî hunda ne û tu kes çarenûsa wan nizanê. Herweha hê bi sedhezaran jî mixabin di kampên li Kurdistanê de jiyana xwe didomînin û ji ber rewşa aloz û bê xizmetguzarîyê li Şingalê nikarin vegerin ser cih û warên xwe û dest bi jiyaneke asayî bikin. Bi dehhezaran jî koçberî welatên bîyanî kirin û ji hev bela bûn.

Em dubare Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û hêvîdarin ku ev cejin bibê cihê aşîtî û aramîyê, rizgarbûna bi hezaran keç û jinên di dest har û hovên DAIŞ’ê de û vegera xwîşk û birayên Êzîdî bo ser cih û warên bav û kalan li Şingalê.

Cejna we pîroz be.

Komkar-Almanya

17.04.2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin