Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Welatparêzê Kurd Arif Hamîko Bi Girseyî Hat Definkirin

Wek tê zanîn endamê rêvebirîya Komkar Stuttgartê hêja Arif Hamîko 27ê Kanûna 2023 ji ber nexweşîya pençeşêrê koça dawî kiribû.

Îro merasîma definkirinê li bajarê Boblingê hat lidarxistin.

Di merasêmê da bi sedan nas, dost û hevalên Arif Hamîko beşdarî merasîma cenaze bûn.

Di merasîmê da zarok û nevîyên Arif Hamîko axaftin kirin. Damezrînerê Komkarê hêja Mehmet Elbistan û Serokê Komkar Almanya  Bekir Topgider jî di merasîmê da  li ser jîyan û xebata Arif ya di nav  Komkarê de axivîn.

Piştî  merasîmê Arif Hamîko bi girseyî li Almanya bajarê ku lê dijîya hat definkirin.

Piştî definkirinê malbata Hamîko xwarin da beşdaran û girse belav bû.

Arif Hamîko di wesîyeta xwe da ji malbata xwe ra goti bû min bi alaya Kurdistanê têxin bin axê. Malbat û hevalên wî wesîyeta wî bi anîn û Arif Ha mîko bi alaya Kurdistanê spartin axê.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin