Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Gelê Kurd Îradeya Xwe ya Serxwebûnê Xurtir Kir

Şîroveya siyasetmedar Mesud Tek a derbarê hilbijartinên herêmî yên başûrê Kurdistanê de pêşkêşî we xwendevanên hêja dikin. Komkar.eu

Kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ku li derveyî serweriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi dengên xwe yên di hilbijartinên herêmî de û bi piraniya dengan di Referandûma Serxwebûnê de ku bi giranî tê de beşdar bûn, îradeya xwe xurt kirin û careke din nîşan dan ku dîsa ku ew serxwebûnê dixwazin.

Mesud Tek

Kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ku li derveyî serweriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi dengên xwe yên di hilbijartinên herêmî de û bi piraniya dengan di Referandûma Serxwebûnê de ku bi giranî tê de beşdar bûn, îradeya xwe xurt kirin û careke din nîşan dan ku dîsa ku ew serxwebûnê dixwazin.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê-YNK ku dibêje “Kerkûk Qudsa Kurdan e” û bi diruşmeya “Kurdistan ji Zaxo heta Hemrînê Kurdistan.”, li Kerkûkê got, “Kerkûk dilê Kurdistanê ye. mirov bê dil nikare bijî, kurd bê dil nikarin bijîn.” Qebûlkiri gotina bê Kerkuk jiyan na be, ev rast xwendina serkeftinên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ye.

Daxwaza rêxistinên siyayasî yê hemû beşên Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê ye ku pêkhateyên siyasî li gorî îradeya gel a ku di hilbijartinên herêmî de careke din derketiye holê tevbigerin û tişta pêwîst bikin bikin. Nirxandinên derbarê encamên hilbijartinan de ku xizmeta kûrkirina pirsgirêkên navbera YNK û PDKê dike, zirarê dide doza Kurd.

Helwestek dilpak û niştimanperwerî ne ew e ku YNK´ê û PDK´ê wek tîmekê bibîninû  bibin alîgirê wan, ya rast serkeftina ku di hilbijartinên herêmî yên borî de nîşan dan wek destkeftiyek niştimanî qebûl bike.

Di dawiyê de, bi zanîn an nezanîn, hinek nivîskar bi gotina hikûmeta navendî ya Iraqê, herêmên ku li derveyî serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, wek “herêmên nakok” bi nav dikin, ku ev yek ne rast e.

Em kurdên ku nav û welatê wan bi navên cuda têne binavkirin, herî zêde hewcedarî bi rast navkirina tiştan heye.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin