Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

NAMEYA MÎR MEZLÛM

Ji bo ew kesên ku ji mûzîk hez dikin û fêm dikin re viz viza moz a sor wek denge Hesen Zîrek e, wek denge Hesen Cizrewî, Ṣivan Perwer, Ṣakiro, Mihemed Ṣexo, senfoniya Mozart, Beethoven, Tchaikovsky ye. Lê ji bo ew kesên ku ji mûzîk hez nekin û fêm nekin re tu ew hemu dengên xweṣ jî bîne, ji bo wan wek viz viza moza sor e.

Gotineke Kurdî ye  dibêjin;

Mazlûm Delî

Ji bo ew kesên ku ji mûzîk hez dikin û fêm dikin re viz viza moz a sor wek denge Hesen Zîrek e, wek denge Hesen Cizrewî, Ṣivan Perwer, Ṣakiro, Mihemed Ṣexo, senfoniya Mozart, Beethoven, Tchaikovsky ye. Lê ji bo ew kesên ku ji mûzîk hez nekin û fêm nekin re tu ew hemu dengên xweṣ jî bîne, ji bo wan wek viz viza moza sor e.

Gava ez li rewşa Kurdan dinêrim çîroka Nameya Mîr Mezlûm te bîra min, lê berî ku çîroka Nameya Mîr Mezlûm binivîsim, ez hez dikim behsa hinek tiṣtan bikim.

Mebesta min pesna xwe kirin nîne, ez dixwazim rewşa Kurdan bînim ber çav,

Ez zêdetir sî sale li Ewropa dijîm. Di nav van salan de rojek jî derbas nebû ye ku min xizmeta gelê Kurd nekirî be. Min di nav van salan de gelek kes nas kir. Min alîkarîya gelek kesan jî kir û her dikim j, ew wezîfeyek însanî ye. Alîkarîya ku ji min tê xwestin, ez li gor îmkaniyatên xwe, bê berjèwendîyên ṣexsî, ji bo Kurdewarî ye dikim. Heta îro jî ji bo ew alîkarîyên însanî ji bo Kurdan min zêdetir dused hezar euro ceza da ye û hin jî didim.

Wek min gotibu,  min di nav van salan de gelek Kurd nas kir.  Gelekan ji wan bi sondên mezin dest bi kar û xebat kirin lê zû westîyan û dest ji kar berdan, hinek ji wan bi boneya qezenc kar berdan.

Min hinek Kurd jî nas kirin ku Kurdeyetî ji bo berjèwendîyên xwe bi kar tînin. Di çalakîyên bi boneya ṣêhîd bûna Jîna Amini jî min gelek penaberên Kurd nas kir, diqirîyan heta ku dengê wan qut dibû. Gelek ji wan îqameta xwe wergirtin û doza pîroz ji bîr kirin.

Lê gelek Kurdan jî nas dikim ku jîyana xwe xistine xizmeta Kurdan, ew kar û xebata pîroz her berdewam dikin.

Bi taybet di nav van salên dawî de min bi reya medyaya civakî gelek kesên nu nas kir û di nav rêxistina Diyaspora de kar û xebat dikin. Gelkî ji wan li ser medyaya civakî Netewperwerên herî mezinin. Bi alîyê slogan nivîsandin ve ji wan zîrektir kes nîne, lê di nav jîyana xwe ya rastî de ji naveroka wan sloganan gelkî dûr in û berevajî hev in.

Mesela, ez zêdetir du salin kesekî nas dikim ku heman katî em di nav rêxistina Diyaspora de kar û xebat dikin. Ew kes di her gotinên xwe de û nivîsên xwe de behsa cidîyet dike, lê acêbe, min di nav van salan de tiṣtekî cidî li wî neditîye.

Disa kesekî din ku zêdetir saleke ez nas dikim her behsa cidîyet, kar û xebatek hewbeṣ, gotinên rast, karên netewî dike, lê karêk ku ew dike ji gotinên wî gelek dûr in, zêdetir bist caran soz da bû me, yek soza xwe ji bi cih neanîye.

Ew kesên ku ez behsa wan dikim li ser medyaya civakî gelek qiseyên Cênabê Serok Mesud Barzanî, cênabê Neçîrvan û Mesrur Barzanî bi kar tînin. Lê mixabin ew kes qiseyên wan kesan tenê wek slogan bi kar tînin, ji naveroka wan gotinan gelek dûr in.

Mesela, ji bo avakirina Navenda Ravenda Kurdistanî  li Diaspora wek gelek kesan ez çûm Hewlêrê. Min jî li wir wek gelek kesan guhdarîya axaftina cênabê Serok Mesud Barzanî di derheqê Navenda Ravenda Kurdistanî li Diaspora de kir.

Lê mixabin, îro ez dibînim ku gelek kes di nav rêxistina Diyaspora de ew axaftina cênabê Serok Mesud Barzani wek slogan bi kar tînin û ji naveroka wan gotinan gelkî dûr in.

 

HEYF Û MIXABIN

Ew rewşa ku em îro di nav da ne çîroka Nameya Mîr Mezlûm anî bîra min. Çîrokek hinek dirêje lê ji bo ew kesên ku jê fêm bikin gelek balkêṣ e.

NAMEYA MÎR MEZLÛM.

Di yek ji demên berê de, li Kurdistanê, li herêma Macûran ku bi ser bajarê Meletî ve ye, bi navê Mîr Mezlûm kesekî gelkî dewlemend hebûye. Wek Owê Gurê, Owê Qote, Golê Gihare, Malên Porikan, Malên Kalan, Kel Xelîl, Nalê Polatê, Qaṣan, Surgî ye hwd gelek gund, êl, zozan di bin destê Mîr Mezlûm de bûn. Bi hezaran donim erd, bax û bahçeyen wî hebûn. Bi hezaran xelk li gel Mîr Mezlûm kar dikirin. Xelk ji Mîr Mezlûm re pir dilsoz bûn û jê hez dikirin. Mîr Mezlûm jî ji bo ew xelk birçî nemîne, pêriṣan nebin gelek hewl dida. Ji bo wan hêç tiṣt kêm nadikir.

Bi navê Ronî xulamekî Mîr Mezlûm hebû. Ronî her dem li gel Mîr Mezlûm bû. Li gel Mîr Mezlûm diçû her cihek. Car caran Mîr Mezlûm Ronî li cihê xwe diṣand meclîsan. Mîr Mezlûm ji Ronî gelkî hez dikir û jê bawer dikir. Ji aliyê din ve jî Ronî bi Mîr Mezlûm re pir dilsoz bû û her tiṣtên ku Mîr Mezlûm digot bi cih dikir.

Gava ku Ronî diçû cihekî, xelkê wir ji bo xatirê Mîr Mezlûm gelek qedr û qîmet didan Ronî.

Lê mixabin qusurek Ronî hebû, wek gelek kesan  xwendin û nivîsandin a wî nebû.

Rojek Mîr Mezlûm Ronî vedixwine ṣîva êvarê. Ji ber ku Mîr Mezlûm dixwest li gel Ronî li ser mijareke girîng biaxife.

Ronî bi dil xweṣî pêṣnîyara Mîr Mezlûm qebûl dike û dibe mêvanê Mîr Mezlûm.

Mîr Mezlûm dizane ku Ronî ji kutilkan pir hez dike û taybet ji bo Ronî kutilkên Meletî yên bi kezeb û pîvazan dide çêkirin.

Li herêma Macûran kutilkan bi kezeba gelkî hûr hûrkirin û pîvazan çê dikin û tama wan gelkî xweṣ e.

Êvarê malbata Ronî tên mala Mîr Mezlûm, bi hevra kutilkên kezeb û pîvazan dixwin, dewê tirṣ ê Kurdî vedixwin. Piṣtî xwarinê her du jî li gel qehwe ya Kurdî ya Qizvan ji titûna Semsûrê cigareyek dipêçînin û nefesek kûr jê dikeṣînin.

Mîr Mezlûm ji Ronî re dibêje,

Ronî, tu jî dizane ku ez pir ji te hez dikim û bawer dikim. Lê niha baṣ guhdarîya min bike ka ez çi dibêjim.

Ronî dibêje,

Mîrê min, belê ez dizanim ku tu ji min hez dike û bawer dike, çi ji destê min tê ez ji bo te dikim, da ku layîqê vê hez kirin û bawerîya te bim. Fermo bêje, ez ê baṣ duhdar bikim.

Mîr Mezlûm

Ronî, ez dixwazim biçim sefereke pir dûr û dirêj. Kirîvekî min li devera Bokan heye, ew demeke dûr û dirêje ku min ew kirîvê xwe neditî ye. Zarokên wî edî mezin bûne hatine wexta zewacê, nevîyên wî hatine wexta sunet bûne. Pêwîste ku ez serdana wan bikim û demek dirêj li gel wan bimînin. Lê wek min gotibu, sefereke pir dûr û dirêje, tenê çuyîn û vegerîna min ê teqrîben salek bigire. Min hez dikir ku tu li gel min were, lê kesek lazime li vir kar û bar bimeṣîne. Ew kes jî tu ye, bi vî alide tenê bawerîya min bi te tê. Tu çi dibêje.

Ronî ji cigare xwe nefesek kûr dikeṣîne û dibêje,

Mîrê min, tu çawa minasib dibîne bila wisa be,   heta ku tu vegere ez ê kar û barê vir wek tu dibêje îdare kim.

Mîr Mezlûm dibêje,

Baṣe, ez dixwazim piṣtî sê rojan derkefim, ez dixwazim ku tu ji bo vê seferê hazirîyê bike. Bila her tişt zêde be lê ne kem be da ku em nîv rê rezîl nebin. Heta ku te hazirîya xwe kirîye, ez jî ji bo te nameyek dinivîsim. Ez ê her tişt bi hûrgulî binivîsim ka tê çawa kar û xebata vir bimeṣîne. Belê ez dizanim ku xwendin û nivîsandina te nîne, lê tu dikane kesekî ku dikane bixwîne û binivîse bibîne û name bi wî bide xwendin. Name çend caran bide xwendin da ku tu baṣ tê bigihêje.

Ronî dibêje,

Mîrê min, daxwazya te li ser ser û her du çavên min. Ez ê sibe zûtirîn kat dest bi hazirîya xwe bikim. Tu meraq neke û dudilî nebe, ez ê her tiştê te wek namûs û rûmeta xwe biparêzim.  Ez ê name gelek caran ji alîyê gelek kesan ve bidim xwendin da ku baṣ fêm bikim. Ez ê her serê sibe, li tîrêjên roja serê sibe re dua bikim da ku tu li gel malbata xwe sax û silamet biçe û vegere.

Piṣtî sohbetek xweṣ Ronî diçe mala xwe û serê sibe zû dest bi hazirîya xwe dike.

Ronî piṣtî sê rojan tê hizûra Mîr Mezlûm û dibêje,

Mîrê min, amadekariyên min temam in, çi wext dixwazin dikarin bi rê kefin.

Mîr Mezlûm bi kêfxweṣî ji Ronî re dibêje,

Gelek spas Ronî, îro xeber bide gundîyen nêzîk ên dewr dora me, bila sibe zûtirîn werin meydana gund kom bin da ku ez li hizûra wan nameya xwe bidim te, te li cihê xwe xwedî qerar nîṣan bidim û xatirê xwe ji we bixwazim.

Ronî zûtirîn kat xeber diṣîne gundên dewr dora wan, roja din serê sibê zû bi sedan gundî li meydana gund kom dibin. Ronî jî hemû amadekariya xwe temam kirîye û çar genc amade kirine ku li gel Mîr Mezlûm biçin. Ronî li gel gundîyan li benda Mîr Mezlûm in.

Tava serê sibe hêdî hêdî çîyayên hember gund rohnî dike.

Mîr Mezlûm li gel malbata xwe tê meydana gund û dibîne ku bi sedan gundî li meydana gund kom bûne.

Mîr Mezlûm ji gundîyan re wiha dibêje,

Sibe we bi xêr be, hûn bi xêr hatin, spas ji bo hatina we. Ez îro ji bo seferek dûr û dirêj bi rê dikefim. Ez Ronî li cihê xwe wazîfedar tayîn dikim ku li cihê min kar û xebata vir li gel we bimeṣîne. Heta ku ez vedigerim Ronî li cihê min e. Çawa ku we heta îro guhdarîya min dikir, îro û pêve jî heta ez vedigerim guhdarîya Ronî bikin. Êdî gotina wî gotina min e. Ez di wê bawerîyê de me ku hûn min rû reṣ dernexînin.

Mîr Mezlûm li hizûra gundîyan nameya xwe dide Ronî, xatirê xwe ji gundîyan dixwaze û bi rê dikefe.

Ronî li dû Mîr Mezlûm satilek av dirêje, hemû gundî li gel Ronî berê xwe didin roja serê sibe û ji bo Mîr Mezlûm dua dikin.

Gundî piṣtî sohbetek çend saetan vedigerin malên xwe, ser kar û barên xwe.

Çend roj ṣûnde Ronî ji bo xwendina nameya Mîr Mezlûm xeber diṣîne gundê Golê Giharê, wan vedixwîne ṣîva êvarê.

Roja din êvarê hemû gundîyên Golê Gihare li gel zar û zeç te meydana gundê Mîr Mezlûm kom dibin. Ji aliyê din ve jî Ronî ji bo hemû gundîyan xwarin daye çêkirin, bi dehan pez daye serjê kirin, bi sedan kîlo sawar û birinc daye kelandin li gel dewê tirṣ, qehwa Kurdî ya Qizvan û kîloyan titûna Semsûrê.

Gundî xwarinên xwe dixwin, dew vedixwin li gel Qehwa Qizvan cigareyên ji titûna Semsûrê dipêçînin nefesên kûr jê dikeṣînin.

Ronî ji gundîyan dipirse ka kî ji wan dikare nameya Mîr Mezlûm bixwîne,

Ji gundîyan kesek bi navê Mahmut derdikefe pêṣ û dibêje,

Ez li eskerîya Tirkan fêrî nivîsandin û xwendin bûm, eger îcazeta te hebe, ez dikarim bixwînim.

Mahmut nameya Mîr Mezlûm çend caran dixwîne.

Ji gundîyan Hesen Sofî dibêje,

Ronî, dibe ku Mahmut name baṣ nexwendi be, pêwîste tu li gel kesekî din jî bide xwendin.

Roja din Ronî xeber diṣîne gundê Malên Porikan re. Wan jî vedixwîne ṣîva êvarê.

Gundê Malên Porikan jî tên li meydana gund kom dibin, Ronî disa bi dehan pez daye serjê kirin, bi sedan kîlo sawar û birinc daye kelandin.  Çay, Qehwe Qizvan, titûna Semsûrê zaf e.

Gundî dixwin, vedixwin, nameya Mîr Mezlûm tê xwendin û herkes vedigerin malên xwe.

Çend roj diçin, vé care Owê Qote vedixwine ṣîva êvarê. Dûra Nalê Polate, Qaṣan, Surgî, Malên Kalan. Bi sedan pez tê serjê kirin, bi sedan kîloyan sawar û birinc tê kelandin, bi sedan kîloyan qehwa Qizvan, titûna Semsûrê hwd.

Êdî hemû gundîyan bihîstîye, pêwîst nake ku Ronî wan dawet bike, gundî her roj bi xwe tên meydana gund kom dibin.

Disa ji wan rojan Hesen Sofî pêṣnîyarek di dike û dibêje,

Ronî, pêwîste tu di navbera gundan de festîvalan durist ke, bila her kesên ku dikarin bixwînin werin nameya Mîr Mezlûm bixwînin, ew kesên ku herî baṣ xwendin bila bên xelat kirin. Gundî vê pêṣnîyare Hesen Sofî gelek baṣ dibînin.

Li ser pêṣnîyara Hesen Sofî di navbera gundan de misabeqe tên çê kirin, festival tên amade kirin. Ji bo wan çalakîyan disa bi sedan pez tên serjê kirin, bi sedan kîloyan sawar û birinc tê kelandin, dew, qehwa Qizvan, titûna Semsûrê hwd.

Ronî jî ji bo ku heqê wan xizmetan bide her roj tiṣtekî Mîr Mezlûm difiroṣe, her car zevîyek, baxek, baxçeyek, hwd difiroṣe. Piṣtî demek êdî mal û milkên Mîr Mezlûm xelas dibe, tenê qonaxa Mîr Mezlûm dimîne.

Piṣtî demek dûr û dirêj êdî Mîr Mezlûm vedigere mala xwe.

Gava ku Ronî Mîr Mezlûm dibîne bi coṣek mezin pêṣwaziya Mîr Mezlûm dike, serê hespê Mîr Mezlûm digire û tevda ber qonaxa Mîr Mezlûm, li bin sîya dara Sincê dadiniṣin. Ronî Qehweyek Qizvan dide çêkirin û ji titûna Semsûrê cigareyek dipêçînin û nefesek kûr jê dikeṣînin û Mîr Mezlûm ji Ronî re dibêje,

Ronî, ez hinek guhartin di nav gunde dibînim, ka bêje ma kar û bar çawa dimeṣe. Te çi kir çi nekir.

Ronî jî hemû tiṣt ji roja yekemîn de heta wê gavê bi hemû hûrgulîyan ve ji Mîr Mezlûm re dibêje û dawî de dibêje,

Mîrê min, gelek ṣikir ji xwedeyê mezin û dilovan re ku tu sax û silametî vegerîya mala xwe, niha û pêve tu dikare wek berê her tiṣt xwe îdare ke û ez jî ê alîkarîya te bikim wek her car.

Gava ku Mîr Mezlûm her tişt dibihîze, wer lê te, wek satilek ava sar ser serê wî birêjin û dirêje,

Malik wêrano, ma te çi hiṣtîye ku ez çi îdare kim. Te her tiṣt kirîye, her tişt firotîye, lêbelê ew tiṣtên ku min di nameyê de nivisîye te nekirîye. Tenê qonaxa min di destê min de maye.

Dawîya vê çîroka Nameya Mîr Mezlûm jî ez dikarim bêjim.

HÊVÎDARIM KU EW RÊXISTINA NAVENDA RAVENDA KURDISTAN LI DIASPORA NEKEFE REWṢA NAMEYA MÎR MEZLÛM.

Li gel slav û rêz.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin