Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

45 Saliya KOMKAR Pîroz bê

Akarm Ahmad

Sala 1979an Komela Kurdî ,,KOMKAR,, hate damezrandin û li piraniya Welatên Ewropa şaxên xwe vedan, hêza wê ya herî xurt li Elmanya bu, lê li welatên Ewropa jî şax vedan, ew jî pir ҫalak bûn, şaxên wê xebatên darî çav û geş dikirin.

Akram Ahmad
Sala 1979an Komela Kurdî ,,KOMKAR,, hate damezrandin û li piraniya Welatên Ewropa şaxên xwe vedan, hêza wê ya herî xurt li Elmanya bu, lê li welatên Ewropa jî şax vedan, ew jî pir ҫalak bûn, şaxên wê xebatên darî çav û geş dikirin.
Îsal Em rastî salyadî 45mîn ya Damezrandina wê tên, lewma hêja ye bi dil û can gurzên Gulan bo Pîrozbahiya wê bêşkêşî hemû Xebatkar û Ҫalakvanên Komkar û Cemawerê wê bikin. Ji ber balkêşiya xizmeta Komkar bo Pirsgirêka Kurdî min xwest hinekî Keda wê ber bi ҫav bênim, bi hêviya ku hîn bê westan di xizmeta Kêşa Kurdî de li Ewropa berdewam û serkevtî bê.
Komkar ji nawenda xwe ya serekî li Bajarê Frankfurtê dest bi pir xebatên layiq bi kêşa Kurd kir û di ber re hemu Komeleyên wê li tevaya Bajarên Elmanya û Ewropa dane ser şopa xizmetê, ew xizmet di hemu waran de, li ser hemu Astan pêşde diҫû.
Sal bi sal xebat û têkoşîna wê ber bi pêşve bi rê diket û di warê xizmeta Netewî de her sal cejna Newrozê bi şêweyekî mezin divejinand bi beşdariya Cemawerekî mezin, û bi vexwendiya mihvan û dostên wî Bajarî û Dewleta ku lê dikirin. Herweha hemu cejnên Netewî û Bîranînên Dîrokî ҫalakî dikirin.
Di warê Dîplomasî de, têkiliyên wan li hemu bajar û Welatan bi berpirsan re hebûn, pirsa Kurdî digihandin wan, raya giştî ya Ewropa agehdar dikirin, di warê Ҫandî de jî karekî baş dikirin, xezmeteke bê sînor ji Folklora Kurdî re dikirin, Komên wan yên Folklora Kurdî li her Ҫalakiyên Kurdî û Biyanî beşdarî dikirin û bi Dahol û Zirna Kurdî û Mûzîka Kurdî bi Stran û Awaz dilê herkesî xweş dikirin.
Di warê nivîs û ҫapemeniyê de jî, xwedî Ҫapxane bûn, bi xêra wê gelek Pirtûk û Kovar ҫap dikirin û li her deverî belav dikirin. li vir hêjayê gotinê ye ku ji her deverî Pirtûk û nivîsên Kurdî didane hev û Ҫap dikirin.
Qedirgiraniyek mezin didane mezinên gelê xwe yên nemir, lewma hersal dema Kongirê xwe li dar dixistin, bi navê yekî ji wan bi nav dikirin. Wêneyên wan bi formeke mezin kongir di xemilandin.
Di warê rêzanî de jî bê kêmanî hemu rengên alîkariyê pêşkêşî tevgera xwe dikirin û xizmeta wan dikirin. Weke nimûne li Elmanya herdem di xizmeta Hevkariya partiyên Kurdistanî de bûn û nawendên Komkar bo civîn û ҫalakiyên wan vekirî bûn. Herweha li Welatên din jî bê kêmanî xizmet dikirin.
Rolla wan di warê ragihandinê de û pênasîna Êş û Derdên gelê Kurd bo Ewropiyan de mezin bû, wan dikarî bi hemû şêweyan hem bi xwe û hem bi alîkariya Komel û Partiyên Kurdî û Kurdistanî , wan agehdar bikin, dikarîbûn hemû şêweyên Zilm û zorê li ser gelê Kurd şermezar bikin.
Belê ev xebata 45 salîan tiştekî balkêşe bo me Kurdan, ku hîn berdewame û bê westan di xizmetê de ҫalakin. Em li gel pîrozbahiyên xwe ji hemû heval û hogirên Komkar re dilxwazên serkevtinêne, ku bikaribin herdem bo pirsgirêka Kurdî xizmetkar bin.
Bijî Komkar û xebata wê bo gelê Kurd û Kurdistan
Pîroz bê 45salî li hemû Endamên Komkar.
Namirî û serberzî bo tevaya karwanê Şehîdên Kurdistan.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin