Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Xebat û Tekoşîna 45 Salîya Komkarê Pîroz Be.

Dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta Tirk ji avabûna xwe heya îro bi çavekî terorê li mesela Kurd û Kurdistanê dinere. Tevgerên azadîxwaz ên Kurd her tim wek terorîst nîşan dide. Ew  bi van derewan raya giştî ya cîhanê dixapîne û di karê dîplomasîyê de  bi wan derewan sîyaseta xwe dimeşîne.

 

Beşa 4.e min

Bekir Topgider

Komkarê ji bo ku bibe deng û awazê gelê xwe û derewên dewleta Tirk vala derxînê, ji raya giştî ya cîhanê ra bibêje gotinên dewleta Tirk ne rast in û rewşa welatê xwe û zilma ku li ser gelê Kurd tê kirin ji raya giştî ya dinyayê re bide zanîn,  xebata dîplomasî û lobîyê jî kir. Bi hemû partîyên sereke yên sîyasî, rewşenbîr, rêxistinên demokratîk û dêrên   Almanya  ra têkilî û peywendî danî. Kovarek mehane bi navê Komkar Înfo û Buletîn Kurdistan derxist û ew kovar bi rêka postê digihand sazî, partî  û rêxistinên Alman. Bi rêka wê kovarê li her çar beşên  Kurdistanê çi dibe û çi bûye ew sasî agahdar  dikirin. Ji alîyê din di derheqa bûyerên ku li Kurdistanê diqewimîn rapor amade dikir û belavok derdixist.  Piştî ku  xebatên dîplomasî û lobîyê hatin kirin,  partî, sazî û sîyasetvanên Alman bi Komkarê ra tekilî danîn û dihatin şev û kongreyên Komkarê, piştgirîya xwe ji bo tevgera azadîxwaza Kurd nîşan didan. Partîyên herî mezin û kevnar wek partîya SPD, Kesk û CDU, dêr û sazîyen  rêxistinên paraztina mafên mirovan û partîya Komunîst dihatin çalakî û kongreyên Komkarê  diaxivîn. Komkar bangî kongre û çalakîyên xwe dikirin.

Wek min li jor jî anî zimên, dewleta dagîrker a Tirk sîyaseta xwe bi derewan meşandiye.  Serhildana ku Kurdan kiriye û hatiye  kirin jî wek serhildanên paşverû û terorîst bi nav dikir. Komkarê ji bo ku gelê me dîrok û serhildanên xwe bizane, kar û xebatek hêja meşand û dimeşîne. Ji bo serhildanên wek  serhildana 1921 Koçgîrî, serhildana 1925 Şêx Saîd, 1927 serhildana Agrî  û 1937/1938 serhildana Dersimê li seranserê Almanyayê konferans û civîn li dar xist û gelê me di derheqa armanca wan serhildanan da agahîyên berfireh da gel û gel di wî alî da hişyar  kir.

Dagîrkerên Kurdistanê li ser ziman û çanda Kurdan jî sîyasetek tunekirinê meşand û dimeşîne. Zimanê Kurdî heya çend salan qedexe bû. Kesên ku bi zimanê Kurdî biaxive dihat cezakirin û dihat zindankirin. Li hember çand û folklora Kurdan jî sîyasetek qirêj dimeşand. Wexta  derdiketin şev û festîvalên navdewletî folklora Kurdî dilîztin û digotin ev folklora Tirkan e û xwedî lê derdiketin. Komkarê ji bo ziman û folklora Kurdî jî xebatek berbiçav meşand. Li hemû komelên Komkarê grûbên folklorê pêk anîn û ji wan  grubên folklorê hin grûp bi navê Kurdistanê derketin qadan, derketin festîvalên navdewletî û xelat girtin. Konsolê Tirkan ji wê xebatê pir aciz bû û hemwelatîya Tirkîyê ji hinek berpirsên grûbên Komkarê  hat girtin û wan hevalan bi salan nikarîbûn herin welêt û bên.

Dewleta Tirk ne tenê ji berpirsên hin grubên folklora Komkarê , ji hemu xebatên  Komkarê pir aciz bû û nasnama bi dehan hevalên Komkarê ji wan girtin û ew ji hemwelatîya Tirkîyê hatin derxistin.

Xebata pêşangeha  pirtûkên Kurdî

Komkarê li Almanyayê demek dirêj festîvala pêşangeha Kurdî pêk anî. Wexta yekemîn car Komkarê  xwest festîvala pêşangeha pirtûkên Kurdî li bajarê Kolnê li dar bixe, konsolosê Tirkîyê jê haydar bû û cîyê ku Komkarê ji bo pêşangehê îcar kiribû xwest bide girtin. Konsolos ji berpirsên cîh ra name şand da ku pêşangeh neyê çêkirin. Berpisên ku ji bo pêşangehê cîh dabû Komkarê daxwaza konsolosê Tirk red kir û bi dehan çapxanên Kurdî beşdarî pêşangeha Komkarê bûn. Di wan pêşangehan de hin çapxanên Kurdî hatin xelatkirin.

Ew weşanxane  ev bûn: Weşanxana ARAS li Hewlêrê, Weşanxana APEC li Stokolm û  Weşenxana DENG li Amedê .

Dumahîk heye….

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin