Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Ahenga Newrozê Ya Bi Heybet û Konferansa Kurdî li Paytexta Qirgizîstanê Bîşkek Pêkhat

Roja 27.03.2024’ê li bajarê Bişkek a paytexta Qirgizistanê, salona SETEYK Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî bi hevkariya Rawenda Kurdistanî ahenga Newrozê  lidarxist. Şahîya ku ji aliyê Îbrahîme Filît û Leyla Hemze ve hat birêvebirin, bi peyama xêrhatinê ya Serokê Federasyonê Ramazan Seyîdov dest pê kir. Piştre jî peyama Serokê Rawenda Kurdistanî Şîfa Barzanî hate xwendin.

Roja 27.03.2024’ê li bajarê Bişkek a paytexta Qirgizistanê, salona SETEYK Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî bi hevkariya Rawenda Kurdistanî ahenga Newrozê  lidarxist. Şahîya ku ji aliyê Îbrahîme Filît û Leyla Hemze ve hat birêvebirin, bi peyama xêrhatinê ya Serokê Federasyonê Ramazan Seyîdov dest pê kir. Piştre jî peyama Serokê Rawenda Kurdistanî Şîfa Barzanî hate xwendin.

Serokê Yekîtiya Gel a Qirgizîstanê Almambet Matubrahîmov di festîvalê de axivî û diyar kir ku Newroz her sal dibe sedema yekîtî û hevgirtina gelan. Nûnerê Rawenda Kurdistanî li welatên Yekîtiya Sovyeta berê Mamê Mamoyî di axaftina xwe da li ser pêywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û komarên Sovyeta berê sekinî.

Hunermendê Kurd ê navdar Fate, Koma ‘Midiya’ ku li herêmê bi nav û deng e, kemanjen Filît Dêlvîn, sazvanê ciwan Delîl Memedov û hunermend Derweş Serhedî derketin ser dikê. Komên Folklorê yên Kirgiz, Rûs û Daxistanî rengekî taybet dan şeve.

Konsera ku bi gelek dîmenên rengîn di bîranîna beşdaran de hat xemilandin, bi govenda girseya gel bi dawî bû.

 

**

 

Konferansa Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî di 28.03.2024 de li salona konferansê ya Kitêbxaneya Navendî ya Kirgizistanê hate lidarxistin. Kesayetîyên navdar û çalak ji welatên cuda yên Yekîtiya Sovyeta berê beşdarî konferansê bûn. Beşdar bi giranî ji komarên Qirgizistan û Qazaxistanê bûn.

Konferansa ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir, bi serokatiya Serokê Federsyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî Ramazan Seyîdov hate lidarxistin. Cîgira serokê Federasyonê Îbrahîme Filît raporek li ser xebatên Federasyonê pêşkêş kir. Nûnerê Rawenda Kurdistanî li Yekîtiya Sovyeta Berê Mamê Mamoyî bi berfirehî behsa xebata Rawenda Kurdistanî kir û peyama serokê Rawenda Kurdistanî Şîfa Barzanî xwend.

Axaftvanên din ên civînê bi giranî li ser mijarên ziman û çandî rawestiyan.

Di konferansê de xebatên ku ji aliyê Federasyonê ve tên meşandin bi perspektîfeke rexnegir hatin nirxandin, gelek biryarên girîng ên pêşeroj hatin girtin.

Di dawiya konferansê de hin kesên ku di bin banê Federasyonê de çalakiyên Kurdistanî pêk anîn hatin xelatkirin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin