Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li Kölnê, Konferansa Roja Rojnamegerîya Kurdistanê Pêkhat.

Wek tê zanîn Rojnama Kurdistanê ji alîyê rewşenbîrê Kurd Mîqtat Mîthat Bedirxan ve di 22´ê Nîsana 1898an da li paytexta Misirê li Qahîre hatiye weşandin. Îsal 126 emîn salroja rojnama Kurdistanê ye.

Wek tê zanîn Rojnama Kurdistanê ji alîyê rewşenbîrê Kurd Mîqtat Mîthat Bedirxan ve di 22´ê Nîsana 1898an da li paytexta Misirê li Qahîre hatiye weşandin. Îsal 126 emîn salroja rojnama Kurdistanê ye.

Îro di 21.4.2024an da li Kolnê konferansa roja rojnamegerîya Kurdistanê hat lidarxistin. Konferans bi rêzgirtina ji bo şehidên Kurdistanê dest pê kir. Axêverê konferansê Dr.Hussen Habesh û Dr. Îbrahim Mahmood bûn. Herdu axêverên konferansê dûr û dirêj li ser rojnama Kurdistanê sekinîn û agahîyek berfireh dan beşdaran.

Gelek Kurd beşdarî konferansê bûn û ji bo amadekarîya konferansê spasîyên xwe anîn zimên.Moderatora konferansê rewşenbîrê Kurd Abdullah Jindî bû.
Konferans ji alî Komkar Koln û Revenda Kurdistanî li Dusseldorfê hatibû amadekirin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin