Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Pêşewayê Nemir Qazî Muhamed di Dilê Meda Ye

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya salvegera bi darvekirina Pêşewa Qazî Muhammed, peyamek belav kir

Teksta peyamê:

Pêşewa Qazî Muhammed bi raman û ronahiya xwe ya netewî ji bo Kurdan komarek ava kir, ku heta niha jî di hişê her ferdekî Kurd yê welatparêzekî de zindî ye.

Komara Kurdistanê di jiyana xwe ya kurt de zimanê Kurdî, artêşa niştimanî, hêzên Pêşmerge, ala Kurdistanê, sirûda netewî û kabîneya wezîran, mafên jinan û gelek mijarên din ên girîng diyar kir û ava kir.

Emê wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî hemû hewlên xwe didin ku di çalakiyên xwe yên netewî û niştîmanî de Pêşewayê nemir û hemû şehîdên riya rizgariya Kurdistanê, bi bîrbînin. Ewana çavkaniyên îlhamê di xebat û têkoşîna me ya ji bo azadiya Kurdistanê e.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

28.03.2024

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin