Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Êrîşên rejîma hov û îdamkar şermezar bikin.

Dewleta Îranê ya kevneperest roj tune ku xwîna Kurdan nerejîne. Doh jî 4 ciwanên Kurd darda kirin. Dewleta Îran ne tenê di nav Îranê de, ew li hemû Rojhilata Navîn tehlîke ye. Hefta bihorî jî bi çekên hewayî êrîş bir ser bajarê Hewlêrê û di wan erîşan da kesen sivîl jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Bekir Topgider

Dewleta Îranê ya kevneperest roj tune ku xwîna Kurdan nerejîne. Doh jî 4 ciwanên Kurd darda kirin. Dewleta Îran ne tenê di nav Îranê de, ew li hemû Rojhilata Navîn tehlîke ye. Hefta bihorî jî bi çekên hewayî êrîş bir ser bajarê Hewlêrê û di wan erîşan da kesen sivîl jîyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di nav kesen ku jîyana xwe ji dest dan de zarokek Kurd ku temenê xwe hê yek sal bû hebû. Dewleta Îranê bi sedan sal e welatê me dagîr kirîye û zilmek mezin li ser gelê me yê rojhilat dimeşîne. Roj tunê ku xwîna Kurdan û ya mixalefeta rejîmê nerjîne. Îran bi wan jî têr nabê êrîş dibe ser başûrê Kurdistanê, li dijî Îsraîlê piştgirîya Hizbullahê dike. Destên xwe di nav Iraqê, Sûrîyê, Lûbnan û gelek welatên din de jî heye.

Erîşên Îranê yên li hember başûr û bi taybet êrîşên ku bir ser Hewlêrê ne êrîşek wek ya din e. Divê em Kurd êrîşên ku Îran dibe ser Hewlêrê baş binirxînin û şirove bikin. Ez wê êrîşê wek ku Îran dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike dinirxînim. Ew erîşên ku Îran dibe ser Hewlêrê provaya dagîrkirinê ye. Ew naxwaze destkeftên ku Kurdan li başûrê Kurdistanê bi dest xistiye bimîne, ji wê destkeftê pir aciz e. Ji ber ku ew nikare li gor dilê xwe hespê xwe li wêderê bibezîne û li gor dilê xwe tevbigere. Ji alîyê din dewleta Îranê baş dizane ku destkeftên başûrê Kurdistanê hêvîya azadî û rizgarîyê dide tevgera azadîxwaza beşên din ên Kurdistanê jî. Ji ber wê jî wan êrîşên ku dibe ser başûrê Kurdistanê û Hewlêrê êrîşên gelek ciddî ne .

Divê berî her tiştî hemû Kurd bi yek helwest û yek dengî li dijî êrîşên ku Îran li hember başûrê Kurdistanê pêk tîne bisekinin.
Ji alîyê din divê dîyaspora Kurd zêdetir jî rêxistinên sivîl yên dîyasporayê di xebata dîplomasî û lobîyê da dewleta Îranê bikin rojeva xwe û êrîş û rûye dewleta Îranê li seranserê dinyayê baş bidin nasandin.

Hebûna rejîma Îranê ne tenê ji bo gelên ku li Îranê û li Kurdistana rojhilat xeter e. Hebûna rejîma Îranê ji bo Rojhilata Navîn û hemû dinyayê xeter e, ji ber ku rejîma Îrane bûye hêlîna terorê û ji bo hemû dinyayê bûye tehlûkeyek mezin. Dewleta Îranê di şerê Hamas û Îsrailê da jî teref e û piştgirîya Hamasê dike.

Wek min li jor jî anî zimên, doh 4 ciwanên Kurd darda kir û Îran ji xwînê têr nabe. Ez bi tundî rejîma Îranê ya kevneperest şermezar dikim. Ruhê çar Kurdên ku doh hatin dardakirin şad be.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin