Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Hestiyariyê ji dest ber nedin

 

Kurdên Rojhilat a Kurdistanê, bi salan kurdên başûr û bakur di malên xwe da mêvan

kirin. Di serdema şoreşa Îlonê û her usa piştî têkçûyina peymana otonomiyê di

sala1975 ́an, bi hezaran kurdên başûr berê xwe dan Kurdistan`a Rojhilat û bi salan li wir

jiyan. Xelkê rojhilat li gor tuwanayên xwe xwedî li xuşk û brayên xwe yên Başûr derket.

Piştî cuntaya faşîst a Tirikiyê sala 1980`an ji Bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedar berê

xwe dan Rojhilata Kurdistanê û yek ji wan jî ez bûm. Xelkê Kurdistanê bi hestek netewî û

bi germî li pêşîwazî li kurdên bakur kirin û xwedî li wan derketin Di malên xwe da

razandin, nanên xwe li wan parve kirin. Welatparêzî û mêvanperweriya wan bi gotinan

nayê îfadekirin. Gava tu dibûy mêvanê malekî herî feqîr, 2 hêkên qelandî bianiya ser

sifrê, eger zikê 2-3 kesan jê têr nebiya jî, bi dilêk têr ji sifrê radibûn…

 

Ne tenê xelk, partî û hêzên çekdar yên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî Hizba

demokrata Kurdistana Îran, li hember destkeftiyên başûrê Kurdistanê bi hestiyariyek

mezin siyaset kir. Ji bo ku tu zerar neyê ser Başûrê Kurdistanê, demek dirêj şerê xwe yê

çekdarî li dijî rejîma Îranê rawestand. Bi ewayek din şerê çekdari ya li dijî rejîma Îranê,

kir bi qurbana berjevendî û destkeftiyên başûrê Kurdistanê. Îro em dibînin ku bedela fedekariyê, ji aliyê komek kurdên başûr ve bi êş, azar û kuştinan ve tên xelatkirin. Berî salek rejîma Îranê di nav axa Kurdistana Başûr da,kampên Hizba Demokrat li devera Koyê da ber bombeyan û gelek kuştî û brîndar çê bûm.

 

Mistefa Selîmî, kevne pêşmergeya Hizba demokrat a Kurdistana Îranê di sala 2003 ́an de

pêşmergetiyê ber dide û vedigere welat. Li welat ji aliyê rejîmê ve tê girtin û cezayê

îdamê li ser tê sepandin û 17 salan li bajarê Saqiz di zîndanê da dimîne. Ji vir du hefte

berê, ji çêbûna kawusa vîrusa Covik 19`ê îstifade dike û pêşî li gel komek girtiyan serî

hildidin û dûra jî mecala revê dibîne û ji zêndana bajarê Saqizê direve, di çend rojan da

xwe digîhîne Başûrê Kurdistanê. Li gor gotinan, li devera Pencewînê xwe davêje malekî

û çend roj li wê malê dimîne.

 

Li gor îddayên malbata Mistefa Selîmî, ew peyvendî bi mudûrê asayişa Pecewînê

Kamaran Jalale ́yê datîne. Şehîd Mistefa Selîmî xwe bi wan dide naskirin. Mudûrê asayişê

Kamaran, bi riya telefonê peyvendî bi Lahor ve girê dide û behsa Mistefa Selîmî ji Lahor

ra dike. Lahor ji midûrê asayişa Penciwînê ra dibije, li cem xwe rabigrên, ezê li we

vegerim.” Demek şûnda Lahor li asayişê vedigere û dibêje: ” Mistefa Selîmî`yê radestê

Îranê bikin.” Asayişa Peciwînê destê wî kelebçe dikin û dibin bo asayişa deriyê sînor a

Seyranbendê û radestê berpirsekî asayişê Şêx Ewad Cemal Nîzarî dikin. Piştî çend

saet`an, du seyarên serbazî ya Îranê tên Mistefa Selîmî ji wir hildigrên dibin bajarokê

Banê û ji wir jî dibin bajarê Saqiz`ê. Di roja10.04.2020 da şehîd Mistefa bi darve dikin.

Ev serpêhatiya şehîd Mistefa Selîmî ye.

Peyvendiyên Lahor û koma wî bi rejîma Îranê re ne tiştek veşartiyê. Her ev koma bû ku

Kerkûkê radestê Baxdayê û hêza terorîst a Heştê Şeabî ku ser bi Îranê ve ye, kir.
Radestkirina Mistefa Selîmî, kî û bi çi ewayî kiribe, tu car nayê qebûlkirin. Vê kiryarê bi
tundî şermezar dikim û serxweşîyê li malbat û li gelê Kurdistana Rojhilat dikim.
Karê ku bi serê Mistefa Selîmî da hatiye kirin, cahşên fermî yên bi ser bi dewletê ve jî, karek usa bi serê tu şoreşgeran da ne anîne.

Di sala 1982`an da ez li Rojhilatê Kurdistanê li devara Mahabadê bûm. Rojek ez û

hevalekî bi navê Filît, ji teşkîlata Hizba Demokrat ji gundê Alan bi rê ketin ku em biçin

meqerekî din ya pêşmergeyan. Di rê da şev li me tarî bû û me xwe avêt gundekî, ew

gunda jî gundê cehş ́an bû. Em çûn mal`a mezinê gund û me xwe da naskirinê. Camêran

bi dilgermî pêşîwazî li me kirin. Sifra xwarinê bo me danîn. Em li ser xwerinê bûn, radiyo

ya Mahabadê, bang li xelkê kir ku komek kurdên Bakurê Kurdistanê hatinê hawara

Hizba Demokrat. Her kesên ku wan bigrên, bi zindî radestê pastaran bikin. Ango behsa

me, behsa pêşmerge û kadroyên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikir. Xwedîyê malê li me

nêrî û got: ” Xema nekin hûn mêvanê men in, serê sibê ezê du merivê xwe yên çekdar

bidime gel we, ewên we bibin nêzî meqera Hizba Demokrat.” Camêran usa jî kirin. Di urf û edetên Kurdan da kesek xwe bavêje bextê wan, dijminê wan be jî, xiyanetê bi wan nakin. Îja divê em gelek li ser vê yekê bifikirn, ewên ku şehîd Mistefa Selîmî radestê

rejîma Îranê kirine, çend xetere ji bo Kurdan!

Li gor raya min armanca radestkirina Mistefa Selîmî, perçeyek ji senaryoya têkdanaserweriya Başûrê Kurdistanê ye. Radestkirina Mistefa Selîmî, pêkanîn û xweşkirinazemînek bo alozkirina rewşa Başûrê Kurdistanê ye.

 

Li Kurdistana Başûr, gelê Kurd piştî bi dehan salan tekoşîn û bi deh hezaran şehîdan ve

gîhiştin azadiya xwe û destkeftiyên hêja û giranbuha bi dest xistin. Şik tuneye ku di vê

destkeftiyan da keda YNK ́ê jî gelek e û bi sedan pêşmergeyan şehîd dane. Divê em ji ber

kiryarên Koma provakator , tenê YNK ́ê wek berpirsê van bûyerên li dijî gelê Kurdistanê

tên kirin nebînin. Elbet erkek mezin dikeve ser YNK ́ê ku xwe ji vê vîrusa xeter xelas

bike. Lê ev pirsa bûye pirsek ciddî ya hemû Partiyên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê…

Loma, di destpêkê da Hukumeta Herema Kurdistanê, Partî û rêxistinên Başûr û yênhemû beşên Kurdistanê, bi siyasetek hestiyar û hişyar, ji bo çareserkirina pirsa navxweyî xwe amade bikin.

Xetera dijmin, li ser Kurdistana Başûr ra ne bûye. Dijminên Kurdan her tim li firsendê digerin ku tedaxula Başûrê Kurdistanê bikin.

 

Divê em ji bîr nekin ku parastin û pêşvebirina destkeftiyan bi qasî bi destixtina wan girîng e.

Lewra di çareserkirina pirsek usa girîng da, divê hêzên siyasî yên Kurdistanî, siyaseta yekrêziya nîştimanî û netewî ji xwe ra esas bigrên.

14.04.2020

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin