Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Kurdan dostekî xwe yê mezin wenda kir

Kovan Amedî

Olof Palme, êvara 28´ê meha sibatê bi xanima xwe Lisbet Palme ra çûbûn sinemayê, ji sinemayê derketinê da, li ser riya sveavegenê saet 23: 21ê dê tê kuştin û xanima wi Lisbet Palme jî guleyekî lê diterişe û birinekî sivik derbas dike.

Olof Palme kîye ?

Olof Palme, Ji malbatek dewlemend bû. Di 20ê meha çileya paşin ya sala1927´an de li Stockholmê ji dayika xwe dibe. Diya wî eslê xwe da ji Letonyayê  ye. Bavê wî di umrekî ciwan da diçe heqiya xwe û Palmeyê biçûk li dû xwe dihêle.

Palme xwendina xwe ya destpêk û bilind li Swêdê temam dike.  Di  zanîngeha bilind ya Stockholmê da huqûqê dixwîne. Di payiza sala 1947´an da diçe DYA  (USA) salekî li dibistana Kenyon College li  bajarê OhioIyê zanistîya siyasî û aborîyî dixwîne.  Piştî xwendina xwe,  li 35 bajarên Amerîkayê digere. Di wê gera xwe da gelek tişt hîn dibe, rewşa gelê Amerîkayê ji nêzîk ve nas dike û feqîrî û belengaziya civatê  bi çavên xwe dibîne. Ew bi xwendin û gera xwe ya li DYA  zanîna xwe li ser dirok û pirsên civatê xurttir dike û piştî vegera xwe ya Swêd, gelek nivisar û şirovekirinên siyasi dinivîsîne û nivisên wî bi navê SOJ (Sven Olof Joachim ) di rojnaman da dihate weşandin. Piştî vegera xwe ya ji Amerikayê, xwendina xwe ya li ser huqûqê di  zaningeha Stockholmê da didomine. Di sala 1949´an da di nav Rêxistina Xwendevanên Swêdî da cîh digrê û rolekî aktif dilîze. Têkilîyên wî yê baş bi xwendevanên welatên din re çê dibe.

Olof, wek nûnerê xwendevanên Swêdê beşdarîya kongra Rêxistina Navnetewî ya Xwendevanan  (IUS)  dibe û piştre bi awayekî aktif di nav IUSê de kar dike. Ev rêxistin, di 17ê çirîya paşin ya sala 1946´an de ji rêxistinên xwendevannên 38 welatan çi bûbû. Her di wê demê da têkiliyên wî bi kurda û bi taybet jî Dr. Ebdulrehman Qasimlo ra çê bûbû.

Olof, di sala 1953´an de  dibe endamê partîya Sosyaldemokratan û wek sekreterê Erlander di buroya partîyê de kar dike. Têkilîyên wî yên germ bi partî û bi taybetî bi serokê partîyê Tage Erlander ra çê dibe. Ew xebata xwe ya siyasî, di nav parti û organên wî da aktiv dimeşîne. Ger di civînên sendîkayan de, ger di konferansên şûbeyên partîyê li bajarên bajarên Swêdê da, ger di civîn û konferansên Enternasyonal a Sosyalîst da û pir caran jî di hevdîtinên dîplomatîk yên di navbera dewletan da jî amade dibe. Di yekê çirîya pêşîn ya 1969´an da, ji bo serokatîya partîyê tê hilbijartin û di 14´ê mehê da jî dibe serokwezîrê Swêdê.

Piştgirekî dilsoz yê gelê Kurd bû

Nivskar û rojnamevanê Kurd Mahmut Baksî, ji bo rojnameya Svenska Dagbladetê, li ser pirsa Kurdistanê hevpeyvînek taybet bi Olof Palme ra çê dike. Baksî, pirsa li jêr pêşkeşî olof palme dike.

Kurd ji hemû mafên xwe yên kulturî û mirovî bê parin. Li ser Îran, Tirkiyê, Irak û Sûriyê bi milyonan Kurd dijî. Partiya Sosyaldemokrat di heqê pirsa Kurd li Rojhilata Navîn da çi difikire? 

Olof Palme: “Li gor me Kurd neteweyeke, ew jî tê wê wateyê ku divê Kurd otonom be. Ev otonomiya bi riya dîyalog û aşîtiyane bê çareserkirin…. Divê bi dilekî vekirî bêjim ku Kurd li çar welatên cuda  wek kêmnetewe (Etnik) dijîn. Ev yeka rewşa wan gelek zehmet kiriye. Ji ber hindê jî divê ji bo gelê zehmetkêşê Kurd ra eleqe bê nîşandan… Her çen Kurd li çar welatên cuda bijîn jî, divê bo pêkve jiyana wan bi otonomiyek firewan, mecel û îmkan bê dayîn. Ev dikare li Spanyayê wek modela Bask û Katalona be yan jî wek Yugoslavya´yê be….

Ez di vê baweriyê da me ku divê mafê Kurdan bê naskirin. Veqetandina çar beşên Kurdistanê ji çar dewletan û avakirina Dewleta Kurdistanê, rasteqîn nabînim. Ev dibe egera şerek mezin ku ji Kurdan ra  bi çi biserife ne diyare…. Ne îro, lê em pê mijûlin ku pirsa Kurd bibin Yekitiya Neteweyan -YN´ê.” 

Eleqeya Olof Palme bo Kurda, hîn di dema xwendevaniya wî destpêkiribû, ewî Kurda bi şexsiyetê wek Ebdulrehman Qsimlo naskiribû. Dostaniya wan li çekoslovakya´yê di dema xwendewaniya wan da destpêkiribû. Merivek demokrat û aşîtîxwaz bû, dostekî hêja yê gelê kurd bû. Pir caran li ser pirsa Kurd raya xwe daye xuyakirin  ku divê gelê Kurd xwediyê maf û azadiya xwe ya netewi be . Ewî, bi serokê PDK-Îranê Abdulrehman Kasimlo ra pêyvendiyên xwe hebû. Bi taybetî rewşa Kurdistana Îranê baş nas dikir. 

Her di dema serokatiya Oof Palme bû ku Swêd tê da pênc dewletan  rejima faşist a Tirkîyê ya sala 1980´ê,  ji Komisyona Mafên Mirovî ya Ewrûpayê ra gilî kiribûn. 

Ev yeka jî dijberiyek mezin li dijî Olof Palme çê kiribû. Rejîma Tirkiyê û gelek dewletên dîktator, ji aşîtîxwazî û mafparêziyê ji Olof Palme hez nedikirin.

Piştgirî û dostaniya Kurda ku ji aliyê çar dewletan ve hatiye parvekirin, ne hêsan e. Qet şik tune ku yên Olaf Palme dan kuştin, dijminê aşîtî û demokrasiyê bûn.

Lewra min gumanek mezin heye ku OLOF PALME ji aliyê dijminê Kurdan ve hatibe kuşti. Ji ber ku dijminê Kurda ji dostê Kurda gelek aciz bûn.

Ya rastî bi kuştina Olof Palme, derbek mezin li Kurdan bû. Kurda dostekî xwe yê mezin wenda kir. 

Ez di salvegera kuştina Oof Palme da, wî bi rêz û hurmet bibîrtînim. Her usa nivîskar û rojnamevanê Kurd Mahmut Baksî jî bi bîrtînim. Bila ruhê wan şad be.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin