Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

NASKIRIN AN HATIN NASKIRIN

Ez kî me?
Ji ber vê yekê nasname beṣek ji danayên fermî pêk tê. Demak ku zarokek ji dayîk dibe, dê, bav derdora wî/ wê navekî lê didin. Di lêdana vî navî de faktorên wek ol, ziman, çand, cîh, netew roleke sereke dilîzin.

 

LI SER NASNAME,

Nasnameyek me hemûyan heye ku em di berîka xwe da digerînin. Baṣ e, gelo ev nasname bi tevahî mirov dide nasandin?

Ka werin em bi hevre lê binêrin.

NASNAME,

Her mirov xwedî nasnameye ke û nasname li dora vê pirsê dizivire:

Ez kî me?

Ji ber vê yekê nasname beṣek ji danayên fermî pêk tê. Demak ku zarokek ji dayîk dibe, dê, bav derdora wî/ wê navekî lê didin. Di lêdana vî navî de faktorên wek ol, ziman, çand, cîh, netew roleke sereke dilîzin.

BO NIMÛNE: Dema em navên wek Muhammed, Elî, Ahmed, Kawa, Baran, Berfîn, François, Maria, Karl dibihîzin, yekser di mêjûya me de di derbarê van navanda çarçoveyek biçûk çedibe. Em dikarin bi kemasî ferqê bixin navbera ol, ziman, cih hwd.

Lê her zarok mezin dibe nasnameyên nû wer digre û ji aliyekî ve jî ew nasname tim tên guhartine. Ew guhartin di tevahîya jîyana me de berdewam dike.

Di vê guhartinê de malbat, hawirdora nêzîk û ya dûr, perwerdeyî, çand, ol, ziman, partîyên sîyasî, komele, klûbên werziṣê yên ku em endamin yan aligirin, hobîyên me, di pêṣvebirin, guhartin û cudakirina nasnameya me de dîsa roleke sereke dileyîzin û car caran jî merivan mecbûrî hewceyî guhartine dikin.

Wek hûn jî dibînin, nasname ne tenê kartek e ku di berîka me de ye. Em dikarin bibêjin; nasname pirse ke ku bersiva wê gelek dûr û dirêj e.

WEK: Ez kî me, ez çi me, çi û çawa difikirim, ji çi hez dikim yan hez nakim, netewa min, bajarê min, gundê min, hevalên min, ola min, sîyaseta min hwd, hwd.

Em dibînin ku mirov xwedï gelek nasname ye.

Carna dema ku meriv di nav civatê de behsa kesek dike û em wî-wê nasdikin, yekcar di serê me de çarçoveyek di derheqê ew kes de çedibe. Ew jî nasnameyên me yên cuda cuda di nav civakê de ne. Em dikarin nasnameyên ku civakê, mirov pêk tînin wiha bi dor bikin.

NASNAME ṢEXSÎ: Ev nasname ewe ku çawa mirov xwe pê pênase dike. Çawa xwe nas dike û dide nasandin. Xwe çawa dibîne û dide dîtin, ji xwe agahîyên vê nasnameyê sabît, ṣexsî û qanûnî ne. Wek nav, paṣ nav, navê bav û dê, cih û tarîxî ji dayîk buyîn hwd.

NASNAMEYA NETEWÎ: Ew nasname me nîṣan dide ku em ji kîjan neteweye ne. Bi zorê guhartina pêkhatêya demografîk, sirgûn, hwd vê rastîye gelkî naguherîne.

NASNAMEYA ZIMAN: Zimanê dayîka me ku em pê diaxifin, zimanên ku em fêr bûne jî ji bo me nasnameyek gelek muhîm e. Ev nasname ji pêṣve çunê re vekirî ye, dewlementir dibe.

NASNAMEYA CIVAKÎ: Ew nasname cih, tevger, û rewşa me di nav civakê de nîṣan dide. Pêyamên ku em ji malbat, derdora xwe, distînin bandorak mezin li servê nasname dike.

NASNAMEYA ÇANDÎ: Derdora ku em tê de dijîn an jî mezin dibin di pêkhatina vê nasnameyê de roleke mezin dilîze.

Bo nimûne; em çawa dijîn, çi dixwin û vedixwin, kîjan cil û berg li xwe dikin, kîjan muzîk hezdikin, hwd. Ew nasnameya me bi giṣtî ve ji guhartin û pêṣketin re vekirî ye.

Fêkîyekî ku me di jîyana xwe de nedîtiba, tam nekiri ba, dikare piṣtî ku me tam kir bibe fêkîyê herî xweṣ di jîyana me de. Elbet ev mînak dikarin bên zêdekirin.

NASNAMEYA BAWERÎYÊ: Her çend ew di bin bandora guhartinê de be jî, nasnameya ku herî kêm te guhartine. Her çend ew biguhere jî, guhartina vê nasname katekî dûr û dirêj digire.

Bo nimûne: Bi sedsalan e li ser bawerîya Êzdîyan, Elewîyan bi giṣtî ku ne girêdayî dînê Islame ne, ji aliyê çar dewletên dagirker ve zilm û zordarî heye, asimilasyon heye, çar dewletên dagirker bi hevra di çarçoveya planan de, bi awayekî koordîneyî dixebitin ku Êlewîyan, Êzîdîyan asimîle bikin. Mixabin heta astekê bi serketine. Lêbelê, nasnameyên olî di nav xwe de, hundurê xwe de diguhezin. Ew dikarin bibin radîkaltir an jî Laîk tir. Ew guhartin, derbasbûn hinek hesantir û demek kurt de pêk te.

NASNAMEYA PÎṢEYÎ: Nasnameya me ya pîṣeyî yêk ji nasnameya me ye ku herî kem tê guhartin. Nasnameya pîṣeyî ji pêṣveçûnê re pir vekirî ye. Ew ji bo kesên ku ne xwedîyê karekî îstîqrar in zêde derbas nabe. Ji bo ku ew kes, ji bo berdewam kirina jîyana xwe ji guhartine re her vekirî ne.

Meriv dikare van nasnameyan hin jî zêde bike.

Wek hûn jî dibînin nasnameyên mirovan gelek in.

16/02/2024

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin