Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Pîrozbahiya Cejna Newrozê li Lozanê bi Coş derbas Bû

Wek Komkar Lozanê her sal Cejna Newroê bi girseyî pîroz dikin. Îsal jî di 23.03.2024´an de bi coşeke mezin cejna neteweyî ya kurdan Newroz hat pîroz kiririn. Newroza îsal li gor salên borî gelek mezin bû, beşdar bi hezaran bûn.

Wek Komkar Lozanê her sal Cejna Newroê bi girseyî pîroz dikin. Îsal jî di 23.03.2024´an de bi coşeke mezin cejna neteweyî ya kurdan Newroz hat pîroz kiririn. Newroza îsal li gor salên borî gelek mezin bû, beşdar bi hezaran bûn.

Partiyên Kurdistanî PSK, PDK-Îran, PDK-Başûr û PDK-Sûriyê jî bi avakirina komîteyek, piştgirî dan Komkar -Lozanê ku bi hezaran kes tê de amade bûn.

Cejna Newrozê li meydana Placa de la Rippone ya ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin ji du beşan destpê kir. Beşa yekem a cejna Newrozê saet di 17:00 de bi pêşkêşiyek taybet ji bo zarokan dest pê kir. Di danasîna taybet a ji bo zarokan de, bi stranên kurdî yên zarokan re lîstik bi zarokan re hatin lîstin. Her wiha ji bo zarokan standek taybet hat danîn û li ser rûyê zarokan bi rengên zer û sor motîfên kurdî û ku sembola Kurdistanê hatin xêzkirin.

Beşa duyemîn a Cejna Newrozê ku bi rêvebirina Newroz Bawer û Xatûn Hêvî, saet di 18:00 de bi xwendina Sirûda Netewî ya Kurdî Ey Raqîp ve dest pê kir.

Piştî Sirûda Ey Raqîp ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya neteweya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, Dilovan Darî, Mihemed Bokanî, Williy Sembo û Grup Hêvî (Yiğit û Osman) derketin ser dikê û bi stranên gelêrî yên xweş govend gerandin. Piştî govendê serokê Lozan Komkar S. Abdî peyama Newrozê pêşkeş kir. S. Abdî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya cejna Newrozê ji bo Kurdan û got: “Em îro li vir kevneşopiya xwe ya bi hezaran salan ji dûrî welatê xwe didomînin. Cejna Newroz ku yek ji nirxên me yên netewî ye ku em diparêzin ku em nirxên xwe yên netewî ku em mîrasa  bav û kalên xwe bigihînin nifşên nû. “

Piştî axaftina S. Abdî, li ser navê Komîteya Newrozê Kek Rahîm axaftinek kurt kir. Kek Rahîm di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Newrozê bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo çar parçeyên Kurdistanê.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Swîsrê Dr. Fauzi Kaddur jî beşdar bû Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir. Berpirsê Revenda Kurdistanî di Baregeha Barzanî de Şîfa Barzanî û Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel bi peyamên xwe ve cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin,

Piştî axaftinan, Hozan Fatê derket ser dikê. Agirê Newrozê bi stranên gelêrî yên kurdî, hate pêxistin. Meşaleyên ku jinên Kurd hilgirtin pêşkêşî Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Swîsre yê Dr. Fauzi Kaddur kirin û agirê Newrozê ji aliyê Fauzi Kaddur ve hat pêxistin. Li dora agirê Newrozê bi stranên gelêrî yên Hozan Fatê govend ve govend geriye.

Herî dawî Şerîf Omerî derket ser dikê. Dema Şeref Omerî derket ser dikê kelecan gihişt lûtkeyê. Cejna Newrozê, ji aliyê ciwanên kurd ve bi hildana Ala´yek mezin a Kurdistanê li qada Place de la Rippone yê, bi serkeftî bi dawî bû.

Baran Dicle

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin