Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Rêzgirtin ji Qurbaniyên Jenosîda Helebce 🕊

Di 16.03.2024´an de li Calgary ya Kanada yê Karesata Helebçeyê hate bi bîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin bo qurbaniyan destpêkir

Di 16.03.2024´an de li Calgary ya Kanada yê Karesata Helebçeyê hate bi bîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin bo qurbaniyan destpêkir

Di 36 salvegera karesata Helebçeyê de, bo rêzgirtin li qurbaniyan gelek dostên rêzdar wekî, Mr. Pat Kelly, Parlamenterê muhafezekar, Ms. Leela Aheer, MLA ya berê, Cîgirê Serokê UCP, Wezîra Çandê, Pirçandî beşdarîmerasîmê bûn. Hemûyan jî qetliyama helebçeyê carek din mehkûm kirin û qurbaniyan bi gotinên pir bi bandor bi bîranîn û piştgiriyên xwe bo gelê Kurd nîşan dan.

 

 

Di Merasîma bi bîranînê de Ferxonda Xanim û Hossien serpêhatiyên xwe bi beşdaran re parve kirin. Hebûna û beşdariya dostên kurda, piştgiriyek watedar bû.

Merasîm, bi banga berdewam kirina rêzgirtina li qurbaniyan têkoşîn bo aştî û adaletê ve bi dawî hat.

Di dawiyê li ser navê Navendê, spasî li hemû kesên ku tevlî merasîm bîranîna qurbaniyên Jenosîda Helebçeyê bûbûn, hate kirin.

 

Navenda Diyaspora ya Kurdistanî li Calgary û Mala Kurd

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin