Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Welatparêzê Kurd Saîd Aymaz bi Axê Hat Spartin

Siyasetvan û welatperwer ê Kurd ê naskirî, serokê şaradarîya Çevlîgê ya berê Said Aymaz roja 16 Adarê 2024´an de ji ber nexweşîya giran li Almanya li bajarê Kolnê koça dawî kiribû.

Siyasetvan û welatperwer ê Kurd ê naskirî, serokê şaradarîya Çevlîgê ya berê Said Aymaz roja 16 Adarê 2024´an de ji ber nexweşîya giran li Almanya li bajarê Kolnê koça dawî kiribû.

Îro 23 adarê 2024´an de li bajarê Köln a Almanya´yê  merasîma xatir xwestinê  hat li darxistin.
Di merasîma xatir xwestinê de bi zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî li ser jîyana Sait Aymaz axaftin hatin kirin. Piştî merasimê, Saîd Aymaz li goristana Kölnê bi axê hat spartin.
Gelek partiyê siyasî û rêxistinên demokratîk yên Kurdistanî beşdarî merasîma bi ax spartina Saîd Aymaz bûn û xema malbata wî parve kirin. Li ser navê PSK û Komkarê jî heyetek beşdarî merasîmê bû û ji malbata Aymaz re sersaxî xwestin.

Ruhê wî şad be, serê malbat û hezkirîyên wî sax be.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin