Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Şorba Noelê li Komkar-Lozanê

Projeya “Kasek şorba germ” ku her sal di şeva Noelê de ji aliyê Federasyona Komeleyên Renensê ve tê organîzekirin, îsal jî hat lidarxistin. Di 15.12.2023an de  Komkar-Lozanê beşdarî organîzasyona şorbê bû, komeleyên di nav sînorên Şaredariya Renensê de her êvar şorbê li bêmalên kuçe û kolanan belav dikin.

Baran Dîcle

Tevî Federasyona Komeleyên Renensê, Dêrên di nava sînorên Şaredariya Renensê û Buroya Entegrasyonê ya Renensê de jî bi alayên Kurdistanê li  Komkarê beşdarî projeyê bûn. Li konê ku li Meydana Renensê hatiye vedan, Şorba nîsk a ku beşeke girîng a xwarin û çêja Kurdistanê ye, ji aliyê yek ji pakrewanên Komkarê Huseyîn Çelîk ve li gel hat belavkirin.

Li gel Huseyi Çelîk, Serokê Komeleya Komkar- Lozanê Abdî Çadir û çalakvan Alî Şahîn jî beşdarî belavkirina şorbe bûn. Di projeya belavkirina “Şorba Germ” de, ku ji bo têrkirin û germkirina zikê sêwî û yên ku di sermayê de li kolanan asê mane, dema ku xelkê xwe bi şorbeyên germ xwe germ dikirin, ji amadekararn pirsên ku ala Kurdistanê nûnertiya kîjan gelî dike? bersîvê wek dîrok, al û Çandeya gelê Kurdistanê, ji rûyê rêveber û kedkarên   Komkar-Lozanê   xuya dikir ku bi bersivên pirsan xelkê kêfxweş kiribûn.

Ji ber eleqeya zêde ya ku ji bo Komkar-Lozanê dihatê nîşandan, Santa Claus ku di projeyê de cih digire, serdana konê Komkar lozanê kir û bi Serok û rêvebirên Komkarê re wêneyê bîranînê kişand.

Piştî belavkirina şorbê Serokê Lozan Komkarê Abdî Çadir diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kêmanî heta radeyekê dest bidin zik û dilê kesên li kolanan asê mane û wiha got: “Ji aliyekê ve em beşdarî projeyên wiha dibin da ku xwe wekî kurd bidin nasîn û ji aliyê din ve jî girîngiya hevgirtinê ya bi kesên sêwî û bêmal re tekez bikin. “Em ê ji niha û pê ve jî beşdarî her cure projeyên ku ji bo pirsgirêkên civakî tên meşandin bidomînin.”

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin