Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

JENOSÎDA HELEPÇEYÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN.

Îsal di ser jenosîda Helepçeyê re 36 sal derbad bûn. Wek tê zanîn bi fermana Saddam Hûseyîn ê dîktator û xwînxar leşkerên Iraqê bi balafirên şer û bi çekên kimyayî di 16 Adara 1988an da erîş bir ser navçeya Helepçe .

Îsal di ser jenosîda Helepçeyê re 36 sal derbad bûn. Wek tê zanîn bi fermana Saddam Hûseyîn ê dîktator û xwînxar leşkerên Iraqê bi balafirên şer û bi çekên kimyayî di 16 Adara 1988an da erîş bir ser navçeya Helepçe . Di wê êrîşa hovanê da piranîya wan zarok, jin, kal û pîr ji 5 hezarî zêdetir Kurdên sivîl jîyana xwe ji dest dan, ji 7 hezarî zêdetir Kurd jî bi giranî birîndar bûn. Her çiqasî ew kesên birîndar hatin dermankirin jî, lê wan bi salan nikarîbû tevî jîyanê bibin.

Jenosîda Helepçeyê û roja bûyerê ji bo gelê Kurd rojek reş û xemgînîyê ye, ev bûyer di dîroka mirovatîyê da wek rûpelekî reş hat nivîsandin.

Saddamê diktator, wek gurekî dewbixwin êrîşî her derê dikir. Wê demê di navbera Iraq û Îranê da şer hebû, wî şerî 8 salan berdevam kir . Saddam bi ser nediket û acizîya xwe nîşan dida û digot Kurd piştgirîya dewleta Îranê dikin. Ji ber wê sedemê bi balafirên şer û çekên kîmyayî êrîş bir ser gelê me yê Helepçeyê.

Her çiqasî di nav wan salên derbadbûyî da hin dewletên Ewropayê K komkujîya Helepçeyê wek jenosîda li dijî Kurdan qebûl kirin jî, divê em Kurd li seranserê dinyayê ji bo ku wek jenosîd bê qebûlkirin vê karesatê bikin rojeva dewletên cihanê. Bila kokmujîya Helepçeyê wek Hîroşîma û Nagazakî di rûpelên dîroka dinyayê de bê nivîsnadin.

Em wek yekitîya Komelên Kurdistanê li Almanya -Komkar, di 36 salîya jenosîda Helepçeyê da şehîdên jenosîda Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ruhê wan şad, cîye wan bihuşta rengîn be.

Şehîdên Helepçeyê wê her dem di tekoşîna azadîya Kurdistanê da bijîn û bên jîyandin.

KOMKAR Yekitîya Komelên Kurdistan-Li Almanya

Adar 2024

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin