Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Zimanê Kurdî Dê li Zanîngeheke Almanyayê bê Xwendin.

Parlamentera Partiya Yekîtiya Demokrat a Krîstiyan (CDU) Seyran Papoyê ragihand ku wê soza xwe ya berî hilbijartinan dabû bicih anî.

Seyran Papo ji Rûdawê re diyar kir ku zimanê Kurdî dê li zanîngeheke Almanyayê bê xwendin.

Seyran Papo ya bi eslê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, di hilbijartinên 8ê Gulana 2022yan de li herêma Schleswig-Holstein a Almanyayê ji Yekîtiya Demokratên Xiristiyan a Almanyayê (CDU) wek parlamenter hat hilbijartin.

Di encama hewldana Parlamentera Kurd Seyran Papoyê de, li Zanîngeha Kielê ya Almanyayê kursa zimanê Kurdî roja înê dest pê kir.

Seyran Papoyê ji Rûdawê re behsa projeyên xwe kir.

Papoyê diyar kir ku wan soza beriya hilbijartinên parlamentoya eyaleta Schleswig-Holsteinê dane dengdêrên xwe bi cih anîn û got:

“Ev projeya me ji bo herêma Schleswig-Holsteinê ye. Beriya hilbijartinan soza me hebû ku li dibistan an zanîngehan dersa Kurdî bê dayîn. Ev projeyek e ku bi pêşengiya min û partiya min CDUyê ye.

Me mehek berê hefteyekê ceribandinek kir ku em bizanin ka dê ders çawa derbas bibin. Em dikarin bibêjin gelekî baş derbas bû.

Mamosteyê kursê Îbrahîm Şêxo ye. Xwendekarên li eyaleta me dixwînin eleqeyeke mezin nîşanî dersên mamoste Îbrahîm Şêxo didin. 30 xwendekarên din jî serî li kursê dane.”

Seyran Papo  7ê Nîsana 1988an de wek zaroka malbateke ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Almanyayê ji dayik bû.

Piştî sala 2015an li dadgehên Bakurê Almanyayê wek wergêra sondxwarî dest bi kar kir.

Papo ku di nav CDUyê de dest bi jiyana xwe ya siyasî kir, bû endamê lijneya rêvebiriya herêma Kielê.

Sala 2019an bû berpirsa entegrasyon û siyaseta penaberan a CDUyê.

Ew di sala 2022yan de ji partiya xwe wekî parlamenter hat hilbijartin.

Berlin (Rûdaw)

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin