Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

8´ê Adarê Roja Jinên Cîhanê

8´ê Adarê sembola tekoşîna jinên cihanê ye ku li dijê zilm û zorê, li dijê sîstema ne dadwer û bavsalarîyê ye. Helwest û nêrînên bavsalarî ku di nav civatê da cî girtiye li pêş civakek wekhevî û her weha li pêş jiyanakî azad û dadperwer e.

8´ê Adarê sembola tekoşîna jinên cihanê ye ku li dijî zilm û zorê, li dijî sîstema ne dadwer û bavsalarîyê ye. Helwest û nêrînên bavsalarî ku di nav civatê da cî girtiye li pêş civakek wekhevî û her weha li pêş jiyanekî azad û dadperwer e.

Lê di rastiyê da jin û mêr tevda bindestê sîstema sermayedar in. Wekî mînak li gor sîstema sermayedariyê mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir e. Ku mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir be ew ne bi kêrê jinan tê û ne jî bi kêrî mêran tê, lê ew bi kêrî sermayedaran tê.

Roja jinan li dijî zilm û zorê û li dijî ne dadperweriye. Di civatekî de ku jin ne azad bin, ne xwediyê soz û qerar bin, tê wê wateyê ew civaka ne azad e.

Li Kurdistan´ê bi şiyara Jin Jiyan Azadî ku îro li seranserê dinyayê bûye diruşmekî berxwedana jinan û azadîxwazan. Îro welatê me Kurdistan di bin dagirkeriye çar dewletên zulimkar da ye, tevayiya civata kurd ji zilm û zora dagirkeran bêzar bûye, lê tû car dev ji doza azadiya xwe bernedaye û bernade jî. Dagîrkerên Kurdistanê, ji bo ku jinan ji tekoşîna azadiyê û berxwedanê dûr bixin hemû cure astengiyan derdixîne pêşberî Jinan.

Dagîrker bi awayekî sîstematik destdirêjiya mafên jinan dikin ku bi vê riyê dixwazin bixwe baweriya jinan bişkînin. Her weha jinan ji jiyana civakî, ji siyasetê û ji xwendinê dûr dixin û dixwazin jinan li malê hepis bikin.

Bi şoreşa Jîna li rojhilatê Kurdistanê, gelê kurd çi jin çi jî mêr nîşan da û nîşandide ku jin zilm û zorê qebûl nakin. Bi şerê li dijê daîşê û di şerê Kobaniyê de, jina kurd nîşanda ku ew li qada şer da mil bi milên mêrên kurd efsaneyan hulqandin.

Jina kurd Zara Muhemmedî ku ji ber dersdana bi zimanê kurdî ji aliyê dewleta kevneperesta Îranê ve hate cezakirin, bi serbilindî li dijê dewletek sekinî û got ku ewê dev ji dersdana dersên kurdî bernede.

Leyla Qasim, Jîna Emînî û bi hezaran Jinên kurd yê qereman yên bê nav, taca serê me ne. Bi wêrekî ji bo azadiya Kurdistanê têkoşan û ji mirinê ne tirsiyan.

Di qirna 21 an da hê jî Jin, ji bo azadi, dadperwerî û wekheviyê têdikoşin. Jin di vê têkoşînê de  aktorên  girîng in. Li welatên Ewropê ku wekî welatên pêşketî tê binavkirin hê jî mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir e, lê bi berxwedana jinan gelek helqeyên zincîran dişikînin û jin jî bi xwe bawertir û bi qerar doza mafê xwe dikin. Bi berxwedana jinan ve, îro muçeyên jinan ji demên berê gelek baştir bûye û têkoşîna wan ji bo jiyanek hîn dadperwer berdewam e.

 

Pîroz be 8´ê adarê roja jinan ya cîhanî                                                                                                                                                                    Ji bo jiyanek wekhev û azad                                                                                                                                                                                  Jin Jiyan Azadî

Yekitiya Jinên Kurdistan-Komjin

 

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin